Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €24.20 |
55Çîroken 35 Salan – Şahîn Bekir Soreklî
Di nav 38 salên nivîsandina çîrokan bi zimanê kurdî de, Shahînê Bekirê Soreklî derheqê mirovan, raman, xuset û xwestekên wan de, û li ser siyaseta wan bi dunyayê ve girêdide, dinivîsîne û dirêse.
Di van çîrokan de Shahîn xizmeteke mezin ji zimanê kurdî re dike, çimkî her nivîskarekî şêweyeke xwe ya taybet heye ku xwe bi nivîsandinê û ragîhandina ramanan û wateyan ve peywendîgir dike. Nivîskar dema nivîsandina çîrokê grîng dibîne, ji ber ku hinek çîrok neynika dema xwe ne. Li milê din, ew bi xwe jî, her weha şêweya ziman û nivîsandina wî, bi demê re dihên guhertin.
Naveroka çîrokên di vê pirtûkê de xwe bi gellek mijaran ve peywendîgir dikin, mijarên civatî, siyasî, olî, mirovahî û felsefî jî di nav de hene. Hinek ji van çîrokan bi tevahî xeyalî ne; di hinekên din de xeyal û rastî dikevin nav hev, û di hinekan de şopên ji jiyana nivîskêr û bandorên ji tecrûbeyên jiyana wî dê hebin.
Di vê pirtûkê de 51 berhemên Shahîn bi xwe û 4ên ji Almanî û Înglizî hatine wergerandin hene. Ji berhemên wî bi xwe, ya yekemîn sal 2019 hatiye nivîsandin û ya dawîn sal 1981.
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









