Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Abdurehman Nacîm - Edîp, Şaîr, Perwerdekar, Hiqûqnas-Seîd Veroj Abdurehman Nacîm, di salên 1833–1834an de li qezaya Şehrezorê, ya ku bi bajarê Silêmanîyê ve girêdayî bû, ji dayik bû. Navê bavê…

  • Stok kodu:
  • BESIKCI-039
  • ISBN:
  • 9786058549173
  • Kullanılabilirlik:
  • 3 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 160
  • Yıl:
  • 2017
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€14.61

Abdurehman Nacîm - Edîp, Şaîr, Perwerdekar, Hiqûqnas-Seîd Veroj

Abdurehman Nacîm, di salên 1833–1834an de li qezaya Şehrezorê, ya ku bi bajarê Silêmanîyê ve girêdayî bû, ji dayik bû. Navê bavê wî Mihemed Beg e; ew ji mîrên Silêmanîyê û ji kesayetiyên navdar ên wê deverê bû. Abdurehman Nacîm bi leqeba xwe ya Mewlanbegzade jî tête nasîn. Wî tehsîl û xwendina xwe di medreseyên Silêmanîyê û Bexdayê de temam kir, her weha perwerdeyê hiqûqê dît û di tesewufê de jî bi terîqeta Neqşebendî ve girêdayî bû. Di dawîya salên 1850an de ew çû Stenbolê û bû yek ji danerên sîstema kutibxaneyên Stenbolê. Abdurehman Nacîm, bi nasnameya xwe ya nivîskarî, perwerdekarî, huqûqzanî, edîbî û şairî tê nasîn. Her weha ew nivîskarekî pirziman bû. Di jîyaneke kurt de, gelek pirtûk û li ser babetên cûr bi cûr meqaleyên balkêş nivîsî û bi wan re xizmetek girîng daye zanîn û çandê. Ew her weha bavê rojnamevan û sîyasetmedarê navdar Mewlanzade Rifat e. Wî hem di qadê îlmî de û hem jî di qadê mulkî de kar kir. Piştî ku derbasî seha mulkîyê bû, di nav de Diyarbekir û Xarpêt, li gelek bajaran bi wezîfeyên fermî xebitî. Dema ku ew li Diyarbekirê reîsê daîreya Mehkemeyên Îstinafê bû, Konsolosê Brîtanyayê Mr. Trotter li ser rewşa wê demê ya Kurdistanê raporek belav kir. Di vê raporê de, wî Kurdan bi cehalet û hovîtîyê nasand û got ku qewmê Kurd ji maarîfetê (îlim û çandê) mehrûm e. Abdurehman Nacîm, ji bajarê Diyarbekirê ve bersiveke berfireh û dirêj da û di wê de got:
“Meqaleya ku ji aliyê Konsolosê îngiliz ve hatî nivîsandin û di rojnameyan de hatî weşandin, dûr e ji rastiyê û bi awayekî bêbingeh hatîye amadekirin. Tehqîqatên wî sivik û kêmtir in. Ji ber vê yekê divê ew, piştî ev agahdarî, xeletiya xwe sererast bike û qethen ji me aciz nebîne.” Abdurehman Nacîm, li ser gelek babetên cûr bi cûr nivîsîye û bi taybetî bi nivîsên xwe yên edebî, ronahîyeke girîng daye dîroka edebiyata kurdî. Bi xêrî ne ku kanîya vê zanînê zû çikî, ew di 23yê Hezîranê 1895ê de, di 62 salîya xwe de, li bajarê Elezîzê ji dinyayê çû.   Ji bo hemû berhemên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Seîd Veroj vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.