Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Bazeber -Ergin Öpengin Mela Se’îd Şemdînanî li salên 1870yan ji dayik bûye, li Hewlêrê medrese xwendiye û di dema Şêx Mihemed Sidîq de li Tekiya Nehrî mamostetî kiriye. Sala 1914an,…

  • Stok kodu:
  • spAVES-034
  • ISBN:
  • 9786257253208
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 312
  • Yıl:
  • 2021
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€18.97

Bazeber -Ergin Öpengin

Mela Se’îd Şemdînanî li salên 1870yan ji dayik bûye, li Hewlêrê medrese xwendiye û di dema Şêx Mihemed Sidîq de li Tekiya Nehrî mamostetî kiriye. Sala 1914an, gava dewleta Osmanî cîhadê radigihîne, Mela Se’îd fetwayekê li dijî cîhadê dide û li ser wê yekê tê girtin, lê gava ji bo mehkemeyê wî dibine Mûsilê bi destê mirovên xwe tê rizgar dibe. Mela Se’îd xwe digihîne Ûrmiyê û li wir hem karên siyasî û civakî dike û hem jî dibe mamosteyê kurdî yê sefîr û kurdologê navdar Basil Nikitin. Li ser daxwaza Nikitin, hejmareke zêde ya hekayetan li ser çand, civak û dîroka herêma Şemdînan û derdorên wê dinivîse. Mela Se’îd sala 1918an di temenê navsere de her bi destê mirovên xwe tê kuştin.

Piştî şoreşa 1917an li Rûsya, Nikitin mişext dibe Parîsê û destnivîsên Mela Se’îd ligel xwe dibe û çendek ji wan çap dike. Piştre kurdologên wek Thomas Bois û David N. MacKenzie jî li ser wan dixebitin, lê piraniya destnivîsan di arşîvan de neçapkirî û nenas dimînin. Ergin Öpengin ji arşîvên şexsî û dezgehî yên li Ewrûpayê ew destnivîs bi dest xistine û bi rengekî hûrbînane ew tevî danenasîn û nirxandineke berfireh di vê kitêbê de amadeyî çapê kirine.

Mela Se’îd Şemdînanî di van nivîsarên xwe de bi çavê zanayekî dunyewî û ronakbîr li meseleên siyasî û civakî yên dema xwe dinêre, û bi hekayetbêjî û bi rewanbêjiya xwe ya sersûrker tabloyeke rengîn a Kurdistana sedsal berê dikêşe ku tê de ji metelokên heywanan heta çîrokên şexsiyetên deverê, ji serhildanên kurdan li dijî dewleta Osmanî heta şerên di navbera eşîretan de, ji nîqaşên dînî heta dîroka terîqetên herêmê behs û babetên cihêreng cih digirin.

Piştî Mela Mehmûdê Bayezîdî, Mela Se’îd Şemdînanî duyemîn stûnê pexşana kurdî ye ku dê bi vê berhemê çêtir bê nasîn. Lê ev nivîsarên Mela Se’îd herwiha bazeber in, anku “kevirên di ser re bazdanê” ne, ji zemanê mîr û şêxan bo zemanê dewletên navendî, ji serdema berî şerî bo piştî şerî, ji cîhana devkî ya kurdî bo cîhana nivîskî, û ji edebiyata kurdî ya rist û helbestan bo ya pexşan û paragrafan.

 
Ji bo hemû berhemên Avesta Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên  Ergin Öpengin vir bitikînin  

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.