Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Hê çend meh berê ketibû binê bandora hestekî wisa ku ji wî turê êdî her tiştî hîn bûye, ji vê zêdetir tiştekî ku teze hîn bibe nemaye. Demeke dirêj bû…

  • Stok kodu:
  • DO069
  • ISBN:
  • 9789944108836
  • Kullanılabilirlik:
  • 1 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 203
  • Yıl:
  • 2009
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€12.48
Hê çend meh berê ketibû binê bandora hestekî wisa ku ji wî turê êdî her tiştî hîn bûye, ji vê zêdetir tiştekî ku teze hîn bibe nemaye. Demeke dirêj bû hestên wî bi vî awayî bû. Belkî jî ev hest, encama xwebaweriya wî bû. Jixwebawer bû çimkî azmûneke mezin bi serkeftin li paş xwe hiştibû. Ew azmûn ji bo wî deriyêkî pir bilind ê kelayek rewnaq bû û di pişta wî derî de jiyana di xeyalên wî de hebû. Piştî qedandina lîseyê, bi salan, bi roj û şevan xebitîbû. Di wî deriyê pola re derbas bûbû û bi ser ketibû. Mîna ku here dîlanekê bi kêf û eşq hatibû Enqereyê. Lê niha hestên wî ne wek yên berê bû. Van rojên dawîn dilşadiya wî, xwebaweriya wî roj bi roj kêm dibû. Li vì bajarê gewr hemû ciyên ku teze didit, mirovên ku teze nas dikir, pirtûkên ku teze dixwend û bûyerên ku dijiya, dilşadiya wî dorpî dikir. Nexasim rewşa di navbera wî û Evînê de gelek wî xemgîn dikir û dixist nava fikaran. Evîn gelek guherî bû. Germahiya di navbera wan de, ji aliyê hêzeke nayê zanîn ve bi awakî pinî dihat meşandin. Şevên zivistanê dirêj bûn. Wê demeke kin şûn de disa berf bibariya ser vê şeva dirêj û mîna çarşefeke sipî bikişiya ser Engereyê û hemî gemar wê veşarta.

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.

Related Products

View All