Dê Roj Hilê-Xelîl Duhokî “Hemû tarîya cîhanê nikare ronahîya fenerekê veşêre.” Bi vê kurtegotina xweşkok, helbestkar û nivîser Xelîlê Duhokî me derbasî gulzara kurteçîrokên xwe yên nû dike. Kurteçîrokên ku…
- Stok kodu:
- LIS390
- ISBN:
- 9786054497980
- Kullanılabilirlik:
- 2 stokta var
- Yazar:
- Xelîl Duhokî
- Yayınevi:
- Lîs Yayınevi
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 96
- Yıl:
- 2014
- Kategoriler:
- Çîrok
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €10.99 |
Dê Roj Hilê-Xelîl Duhokî
“Hemû tarîya cîhanê nikare ronahîya fenerekê veşêre.” Bi vê kurtegotina xweşkok, helbestkar û nivîser Xelîlê Duhokî me derbasî gulzara kurteçîrokên xwe yên nû dike. Kurteçîrokên ku bi zimanekî sade û gelêrî hatine nivîsîn û di berfedimsa Behdînanê de hatine noqkirin, te hilderbasî teşqeleyên civakî û sîyasî yên civaka Kurd dikin. Nivîskar, ku xwe ji hêla gundîtîya kurdewar çeng dike hêla bajarvanîya nûjenxwaz, xwîneran xweş zeft dike û wan asê dihêle di quncika ramîneke hûr de. Geh li ser pêşmergetîyê:Welatê ku bûye malê talanê; merivên ku hatine hêran di ber destara zilimkarî û qirkirinê de; girtîyên ku her û her xwe li bin guhên dîwarên xweragirtinê didin û kurdhezên ku hîç nagihin miradên xwe! Geh li ser civaka nîvçemayî:
Kurdên ku di nîvê pira berzexê de delodîn mane; dixwazin tev li karwanê nûjenîyê bibin, lê naxwazin dev ji kevineşopî û tîtalên bav û kalan biqerin.
Koçber û derbiderên ku bûne bîyanîyên xwe.
Jina gundî ya bêderfet û mîna darê şikestî.
Civaka derebeg û paşverû. Geh li ser kurdînîyê:
Kurdê ku bi derengî li kurdînîya xwe rast tê.
Kurda ku asê dimîne di navbera hevjînê xwe yê bîyanî û kurdewarîya xwe de.
Kurdê ku welatê xwe bi malê dinyayê difiroşe û birayê xwe dike qurbanîyê riswatîya xwe û qehremanên bêwijdan! Bûyerine nakok û teqlo meqlo!
Carinan pêkenok, carinan dilêş û dilsoj.
Lê hemû diherikin ber bi deryaya kurdînîyê ve! Xelîlê Duhokî, yê helbestkar, vê carê bi qevdeke kurteçîrokên ziman-sade li pêşberî xwînerên Kurdîyê ye. Ji bo hemû berhemên lîs Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Xelîl Duhakî vir bitikînin
- Yazar:Xelîl Duhokî
- Yayınevi:Lîs Yayınevi
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:96
- Yıl:2014
- ISBN:9786054497980
- Kategoriler:Çîrok
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









