Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Baba Merdox, dîroka arif, alim, edîb, şair, nivîskar, mîrek, siyasetmedar û hwd. ên Kurd ên li her devera dinyayê bi awayekî birêkûpêk û bi çavkaniyên cûrbecûr pêşkêşî nezera xwendevanan kiriye.

  • Stok kodu:
  • NU-194
  • ISBN:
  • 9786059413893
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 1900
  • Yıl:
  • 2021
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€101.90

Dîroka Navdarên Kurd-Baba Merdûx Rûhanî

Baba Merdox, dîroka arif, alim, edîb, şair, nivîskar, mîr, siyasetmedar û hwd. ên Kurd, yên ku li her deverên dinyayê jiyan kirine, bi awayekî birêkûpêk û bi çavkaniyên cûrbecûr pêşkêşî nezera xwendevanan kiriye.
Baba Merdoxê Rûhanî, bi mezaxtina nêzîkî nîv çerxê ji temenê xwe, ji ciwaniyê heta kalîtiyê, xwe bi berhevkirin û amadekirina belgeyên dîroka navdarên Kurd re qurbankir û di vê warê de gaveke qahîm avêtiye û berhemeke mayinde li pey xwe hiştiye. Ev pirtûka dîrokê ji du beşan pêk tê:

Beşa Yekem

Ev beş li ser danasîna arif, alim, edîb û şairên Kurd radiweste û ji du bergan pêk tê.
  • Bergê Yekem: ji destpêka çerxa Îslamê heta dawiya çerxa 13an.
  • Bergê Duyem: ji çerxa 14an û destpêka çerxa 15an heta dema amadekirina vê xebatê.

Beşa Duyem

  • Bergê Sêyem: jinnameya mîrekan û dîroka xanedanên Kurd di xwe de dihewîne.
Baba Merdox heta dawiya temenê xwe bi vê karê mijûl dibe, heta ku ji ber kalî û nexweşiyê rojekê qelem ji destê wî dikeve. Her du bergên ewil di dema jiyana wî de têne çapkirin; bergê sêyem ê nîvtemamîkurê wî Macid Merdox temam dike. Wergera vê berhemê bi Kurdî ve, di sala 2000î de, li ser daxwaza Mam Feqî Huseyn Sağnıç, ji aliyê Mela Reşîd Irgat û Mela Îsmet Kılıçarslan ve dest pê dike, bi armanca ku li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bê çapkirin. Her du wergêr jî endamên Enstîtuyê bûn.
Pêşî werger bi daktîloyê hatiye nivîsandin, piştre bi gelek zehmetiyan hatîye derbasî kompîtorê. Feqî Huseyn, ku pirr dixwest vê wergera Kurdî bê çapkirin, beriya ku werger biqede, di sala 2003an de wefat dike. Mixabin, di sala 2006an de jî seydayê Mela Îsmet li Îzmirê di qezayeke trafîkê de jiyanê xwe ji dest dide.
Wekî ku nivîskar beriya qedandina bergê sêyem wefat kiriye, yek ji wergêrên wê jî beriya qedandina wergera bergê sêyem wefat dike. Li ser vê, Mela Reşîd wergera cildê sêyem bi xwe temam dike. Hersê berg, bi nêzîkî 1900 rûpelan, ji bo meraqar û lêkolîneran çavkaniyên pir hêja ne.   Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Baba Merdûx Rûhanî vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.