Mela Ehmedê Heyderî di çaryeka dawîn a sedsala XIX an û nîvê yekem ê sedsala XX an da jiyaye. Di van salan da edebiyata klasîk a Kurdî êdî hêdî hêdî serencama…
- Stok kodu:
- DARA87
- ISBN:
- 9786257304283
- Kullanılabilirlik:
- 1 stokta var
- Yazar:
- Mela Ehmedê Heyderî
- Yayınevi:
- Dara Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 268
- Yıl:
- 2022
- Kategoriler:
- Helbest,
- Klasîkên Kurdî
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €13.81 |
Mela Ehmedê Heyderî di çaryeka dawîn a sedsala XIX an û nîvê yekem ê sedsala XX an da jiyaye. Di van salan da edebiyata klasîk a Kurdî êdî hêdî hêdî serencama xwe biriye serî. Di vê qonaxê da Heyderî bi nûnertiyeke serkeftî va bûye yek ji xeleka dawîn a edebiyata Kurdî ya klasîk. Ev xebata me ya bi navê Dîwana Mela Ehmedê Heyderî; Metn û Lêkolîn, ji destpêkekê û çar beşan pêk hatiye. Di beşa yekem da em bi dûdirêjî li ser jiyana wî û bi kurtî jî li ser berhemên wî yên xeynî dîwanê sekinîne. Di beşa duyem da jî em li ser kesayetiya wî ya edebî û taybetiyên zimanê dîwanê rawestiyane. Her wiha di beşa sêyem da jî dîwan, ji aliyê şiklî va hatiye veçirîn. Beşa çaran jî ji metna bitenqîd a dîwanê ku bi berawirdkirina sê nusxeyan derketiye holê, pêk hatiye.
Ey gelo tîrê ḥebîban ma di nar in roj û şev
Ku qulûbê me ġerîban jî di ar in roj û şev
Ez nizanim ev çi ṭop û çi tifing in şev û roj
Ev çi ceyş û çi ḥeşem halimekar in roj û şev
Çi ṣeda û hûyêhay in ev çi coş in çi xurûş
Çi xedengê tecerî ne çi ġedar in roj û şev
Yan ji şerṭê saèetê te dî li min rabit qiyam
Lew ji baġan tê heyahey kar û zar in roj û şev
Latînîzekirin û amadekar: Önder Beyter
- Yazar:Mela Ehmedê Heyderî
- Yayınevi:Dara Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:268
- Yıl:2022
- ISBN:9786257304283
- Kategoriler:Helbest, Klasîkên Kurdî
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









