Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Dîwana Şêxê Sen'anî bi Feqehê Teyra û Xemgînê Xanî-Mela Nurî Çîroka Şêxê Sen‘anî, bi gelek aliyên xwe ve bala merivê dikêşe ser xwe. Ev çîrok, ku bi xêra Feqîyê Teyran…

  • Stok kodu:
  • PEYWEND140
  • ISBN:
  • 9786257568869
  • Kullanılabilirlik:
  • 1 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 198
  • Yıl:
  • 2023
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€16.86

Dîwana Şêxê Sen'anî bi Feqehê Teyra û Xemgînê Xanî-Mela Nurî

Çîroka Şêxê Sen‘anî, bi gelek aliyên xwe ve bala merivê dikêşe ser xwe. Ev çîrok, ku bi xêra Feqîyê Teyran cihê xwe di nav wêjeya Kurdî de dîtîye, di roja me ya îroyîn de jî bi gelek şêweyên xwe ve dertê pêşberî me. Di vê çarçoveyê de, berhema ku bi navê Dîwana Şêxê Sen‘anî Bi Xezela Feqehê Teyra û Xemgînê Xanîjî tê naskirin, yek ji wan xebatan e ku di serdema modern a edebîyata Kurdî de derketîye holê. Ev berhema menzûm, ji alîyê Mela Nûrî (w.2008) ve hatîye amadekirin. Navê wî yê mustear Xemgînê Xanî ye û di vê pirtûkê de jî bi vî navî derbas dibe. Divê bê gotin bê ku Mela Nûrî weke Seyîd Nûrî jî tê naskirin. Ev şert, di lêkolîna berhemê de, nasnameya edebî û şertên xweşnivîsînê bi awayekî zelal diyar dike. Berhem, bi terza xwe ve, meriv dikare bibêje ku ji nezîreyê wêdetir wekî tekmîleyekê tê xuyakirin. Wekî ku tê zanîn, nezîre ji helbestekê re tê gotin ku helbestvanekî din bi heman şekl, wezn, qafîye û redîf helbestek din diafirîne. Lê dema ku meriv li vê xebata Xemgîn mêze dike, dibîne ku ew ne bi armanca çêkirina nezîreyek rasterast ji helbesta Feqîyê Teyran re hatiye nivîsandin. Berevajî vê, Xemgînê Xanî bi awayekî rêzdar û têgihiştî li helbesta Feqî dinêre û ji vê qesîdeyê re tekmîleyekî ango temamkerekî diafirîne. Tekmîle, ji aliyê naverokî an jî kronolojîyê ve, temamkirina berhemekê ye; ango curexebateke ku ji bo kêmasîyan, qûl û qusûran bên sererastkirin an jî zêdekirin, bê ku berhemek nû bi temamî were çêkirin. Ji ber vê yekê, dema ku meriv li berhemê bi baldarî mêze dike, tê fêmkirin ku Xemgîn wan cih û serborîyan ku Feqîyê Teyran rasterast behs nekirine an jî di ser wan re bi kurtî derbas bûye, tespît kirîye û bi heman şêweyî wan şirove kirîye. Bi vî rengî, ew kêmasîyên naverokî yên di çîroka sereke de hebûn, bi awayekî edebî û şertdar ji holê rakirîye.   Ji bo hemû berhemên Peywend Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Mela Nurî vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.