Dîwançeya Seyfiyê Şoşî-Müslih Sezer Sedsala XVIII. û XIX., hem ji bo cîhanê hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî ji bo gelê kurd, sedsaleke gelekî girîng e.…
- Stok kodu:
- PEYWEND198
- ISBN:
- 9786257568906
- Kullanılabilirlik:
- 1 stokta var
- Yazar:
- Müslih Sezer
- Yayınevi:
- Peywend Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 195
- Yıl:
- 2023
- Kategoriler:
- Helbest,
- Klasîkên Kurdî
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €16.76 |
Dîwançeya Seyfiyê Şoşî-Müslih Sezer
Sedsala XVIII. û XIX., hem ji bo cîhanê hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî ji bo gelê kurd, sedsaleke gelekî girîng e. Di vê serdemê de veguherînên mezin dest pê kirine û di dawiyê de tabloyên balkêş derketine pêş. Her çend şopên van veguherînan di nav helbestên şa‘îran de bi aşkereyî neyên dîtin jî, tesîra wan li ser şa‘îran bi awayekî girîng xwe nîşan dide. Şer û gengeşî, têkiliyên mirovan, hest, raman û hizra tesewufî ya wan, di nav helbestan de bi şiklekî edebî û hunerî hatine beyankirin. Di vê çarçoveyê de, Seyfî wekî yek ji şa‘îrên girîng yên vê serdemê tê naskirin. Ew bi terîqeta Qadirîyê re girêdayî ye û di helbestên xwe de têgehên termînolojiya Qadirîyê, ango têgehên tesewufî û navdarên vê terîqetê, bi awayekî berfireh bikar tîne. Seyfiyê Şoşî, ku di sedsala XIX. de jiyaye, helbestvanekî mutesewif ê herêma Behdînan e. Heta demeke nêzîk, ew ji aliyê cîhana kurdolojiyê ve bi têra xwe nehatiye naskirin. Mixabin, der barê jiyan û berhemên wî de zêde ma‘lûmat nînin û pêzanînên me bi gelemperî ji helbestên wî hatine derxistin. Seyfiyê Şoşî, destnivîseke hêja bi şêweya keşkûlekê nivîsiye ku ew heta roja îro hatiye. Di nav vê destnivîsê de curecure helbest û berhem cih digirin û ev destnivîs, wekî gencîneyeke edebiyata kurdî ya klasîk, gelekî bi nirx tê hesibandin. Ev destnivîs di navbera salên 1780–1786an de hatiye nivîsandin. Ev berhem cara yekem bi xebata Tehsîn Îbrahîm Doskî û Muhsîn Îbrahîm Doskî derketiye meydanê û Seyfiyê Şoşî bi vî awayî di nav edebiyata kurdî de hate naskirin. Ji bo hemû berhemên Peywend Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Müslih Sezer vir bitikînin- Yazar:Müslih Sezer
- Yayınevi:Peywend Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:195
- Yıl:2023
- ISBN:9786257568906
- Kategoriler:Helbest, Klasîkên Kurdî
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









