Dubeytîyên Baba Tahirê Hemedanî-Perwîz Cîhanî Baba Tahirê Hemedanî, şair û arifekî navdar yê sedsala 4ê hicrî ye. Tarîxa jidayîkbûn û wefata wî bi awayekî zelal ne diyar e; lê di…
- Stok kodu:
- NUBIHAR-305
- ISBN:
- 9786257383837
- Kullanılabilirlik:
- 1 stokta var
- Yazar:
- Perwîz Cîhanî
- Yayınevi:
- Nûbihar Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 104
- Yıl:
- 2023
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €10.99 |
Dubeytîyên Baba Tahirê Hemedanî-Perwîz Cîhanî
Baba Tahirê Hemedanî, şair û arifekî navdar yê sedsala 4ê hicrî ye. Tarîxa jidayîkbûn û wefata wî bi awayekî zelal ne diyar e; lê di piraniya çavkaniyên sereke de, jiyana wî di navbera mîladî 937–1010 de tê qebûlkirin. Baba Tahir di du qadên cuda de berhem dane. Yek ji wan berhemeke tesewifî bi zimanê Erebî ye ku bi navê “el-Kelîmatu’l-Qîsar” tê zanîn. Qada duyem jî helbestên wî yên bi şêwaza “dubeytî” ye, ku ew bi zimanê Kurdîya Lorî hatine nivîsandin. Ji hêla naverokê ve, di dubeytiyên Baba Tahir de mijarên lîrîk û evînî bi fîkira tesewifî ya wehdetu’l-wucûdê re bi hev têne dîtin. Ev taybetmendî dubeytiyan dike berhemên ku hem hestî û hem felsefî ne. Lê belê, dubeytiyên orjînal yên Baba Tahir gelek hindik in. Piraniya wan dubeytiyên ku îro bi navê wî têne weşandin, bi rastî ji wî ne. Her weha, ev dubeytî ji hêla zimanî ve jî hatine tehrîfkirin û di pêvajoyê de ji formên wan ên Kurdî/Lorî bo Farisî hatine guherandin. Dubeytiyên Baba Tahir bi gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin. Ev wergera ku di destê me de ye, ji hêla Perwîz Cîhanî ve hatiye kirin. Di vê kitêbê de 336 dubeytî cih digirin. Perwîz Cîhanî, wergera xwe bi parastina wezn û qafiye hûnandiye, ku ev jî nirxa edebî û hunerî ya berhemê zêde dike. Ev kitêb ji bo xwînerên edebiyata klasîk a Kurdî, tesewif û helbesta lîrîk-ê çavkaniyek girîng û hêja ye. Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Perwîz Cîhanî vir bitikînin- Yazar:Perwîz Cîhanî
- Yayınevi:Nûbihar Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:104
- Yıl:2023
- ISBN:9786257383837
- Kategoriler:Helbest, Klasîkên Kurdî, Nûhatî, Lêkolîn, Kesîtîya Dîrokî
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









