Feqînasî Dema mijar tê ser edebiyata Kurmancî ya klasîk, berî her tiştî sê şexsîyet têne bîra mirov. Ev sê şexsîyet, li gor rêzê, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî…
- Stok kodu:
- PEYWEND154
- ISBN:
- 9786256963030
- Kullanılabilirlik:
- 2 stokta var
- Yazar:
- Kollektif
- Yayınevi:
- Peywend Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 415
- Yıl:
- 2023
- Kategoriler:
- Lêkolîn,
- Lêkolîn,
- Kesîtîya Dîrokî
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €24.18 |
Feqînasî
Dema mijar tê ser edebiyata Kurmancî ya klasîk, berî her tiştî sê şexsîyet têne bîra mirov. Ev sê şexsîyet, li gor rêzê, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî ne. Ev sê nav li asîmanê edebîyata Kurmancî wekî stêrka Sureyyayê ronî dikin û bi hev re erdnîgarîya Kurdan û asîmanê wêjeyê dixemilînin. Bêguman Feqîyê Teyran, bi xêra berhemên xwe, quncikeke fireh di dilê gelê xwe de girtîye. Derbarê Feqîyê Teyran de di nava gel de gelek çîrok û hikayeyên fantastîk belav bûne û pir caran wekî rastî hatine qebûlkirin. ‘Işqa wî digel Sînemê, feqetîya wî, hevaltîya wî digel Melayê Cizîrî, axaftina wî digel teyr û tilûran, newal û çîya û ber û behran, heta mirina wî û tabût û tirba wî, hemû bûne beşek ji çîrokên gelêrî yên ku di nava gel de wekî rastî tên gotin. Zimanê şi‘ra Feqîyê Teyran ji qebîla sehl-i mumteni‘ ye; bi hêsanî tê fêhmê, lê bi hêsanî nayête gotin û nayête nivîsîn. Feqîyê Teyran, berevajî hinek adeta zemanê xwe, şi‘rên xwe bi Erebî û Farisî nexemilandiye, lê her tim hewl daye ku rewş û xemla şi‘rên wî bi zimanê Kurmancî bimînin. Ji her beyteka wî bêhna sosinên çîyayan difûre û ji dengê her şi‘ra wî dengê teyr û tilûrên curbecur tê. Ji ber vê yekê, hîn jî îro, ji heft salîyan heta heftê salîyan, hemû kesên ku bi Kurdî dizanin dikarin bi hêsanî şi‘rên Feqîyê Teyran bixwînin û tam û zewqa edebîyata Kurmancî jê wergirin. Nêzî çar esran e ku Feqîyê Teyran ji nav me bar kiriye û çûye. Wî li pişt xwe ne mal hişt, ne milk hişt, ne jî ewlad û zarok hiştin. Lê wî li pişt xwe mîrateke wêjeyî ya girîng hişt: dîwanek û sê menzûmeyên Kurdî yên navdar, ku ev in: Bersîsê Abid, Şêxê Sen‘an û Zenbilfiroş. Ji bo hemû berhemên Peywend Yayınları vir bitikînin- Yazar:Kollektif
- Yayınevi:Peywend Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:415
- Yıl:2023
- ISBN:9786256963030
- Kategoriler:Lêkolîn, Lêkolîn, Kesîtîya Dîrokî
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.







