Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Feqîyê Teyran ji çend nivîskarên sereke ên wêjeya klasîk a Kurdî nivîskarek e. Li ber destê me wekî berhem niha dîwaneke wî û du qesîdeyên bi navê Şêxê Se'anîyan û Ey Avê Av hene.…

  • Stok kodu:
  • LIS344
  • ISBN:
  • 9786054497928
  • Kullanılabilirlik:
  • 3 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 78
  • Yıl:
  • 2014
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€7.99

Feqiyê Teyran û Tûma-Ömer Cangir

Feqîyê Teyran, ji çend nivîskarên sereke yên wêjeya klasîk a Kurdî ye. Li ber destê me niha dîwana wî û du qesîde bi navên Şêxê Se'anîyan û Ey Avê Av hene. Ji van berheman re, di nav gelê Kurd de gelek çîrok û çîvanok belav bûne ku bahsa serpêhatî, taybetmendî û jiyana Feqîyê Teyran dikin. Di van çîrokan de, bi taybetî zanîna zimanê teyran ya Feqîyê Teyran tê vebijartin. Yek ji wan çîrokan, Feqîyê Tayran û Tûma, çîrokeyek e ku zanîna zimanê teyran dike navenda xwe. Lê xweserîya vê serpêhatîyê ew e ku bi awayekî mantîqî tê girêdan bi qesîdeya Ey Avê Av, û herwisa qesîde jî beşek e ji vê serpêhatîyê. Qiseta Feqîyê Tayran û Tûma ji aliyê Mele ‘Ebdulahê Xwarikî ve li ser kasetekê hatiye tomarkirin û paşê ji aliyê nivîskarê din ve hatiye deşîfrekirin. Heger çi Mele ‘Ebdulahê Xwarikî li hin deran devoka xwe bi kar anîbe û di şîroveyan de çend mînak zêde kiribe, çîrok bi giştî bê kêmanî û bi şêwaza qesîdeyî hatiye vegotin. Ev berhem ji du beşan pêk tê:
  1. Serpêhatiya Feqîyê Tayran û Tûma,
  2. Qesîdeya Ey Avê Av.
Ji ber ku di gelek çavkaniyan de cudayîya qesîdeya Ey Avê Av tê nîşandan—di nav berhemê de û ên berî niha hatine çapkirin—em dikarin bibêjin ku ev versîyon, versîyonekî din e ya qesîdeya Ey Avê Av.  
Ji bo hemû berhemên  Lîs Yayınevi vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Ömer Cangir vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.