Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Ferhenga Etimolojiya Kurdi-Keça Kurd Ev cara sêyemîn e ku ez bi hûrî vî karî dixwînim. Bêguman, guhartinên ku li gor pêşniyazan hatine kirin, asta strûktûra ferhengê di her warî de…

  • Stok kodu:
  • NU-172
  • ISBN:
  • 9786055402877
  • Kullanılabilirlik:
  • 1 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 352
  • Yıl:
  • 2014
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€25.39

Ferhenga Etimolojiya Kurdi-Keça Kurd

Ev cara sêyemîn e ku ez bi hûrî vî karî dixwînim. Bêguman, guhartinên ku li gor pêşniyazan hatine kirin, asta strûktûra ferhengê di her warî de bilindtir kiriye. Jixwe armanc jî ev bû ku xebata bi salan hatiye amadekirin, bi şêwazekî zanistî û li gor mercên ferhengdanînê bikeve nav destên pispor û xwendevanan. Min dizanî ku daxwaz ji bo berpakirina lêgerîneke weha wê pir bin, lê di destpêkê de ji min re ne diyar bû ku xwediyê wê, Keça Kurd, wê çiqas wan gotinan bi baldarî bi kar bîne. Pir caran, gava mirov rayên xwe dide ji bo tekûzkirina destnivîsekê, ew bi xwendinê dewlemendtir dibe û kêmanî têne kêmkirin. Lê carinan, li şûna spasiyê, rexne bi awayekî ne-bicîh têne kirin û ev rewş bi taybetî di warê xebatên zanistî de tê dîtin. Lewma jî min ji nivîskar K. Kurd pirsî ka ew rexneyê wekî pêşdabirina karê dipejirîne an na. Bersiva wê erênî bû, ji ber vê yekê jî min xwest ku destnivîsê bi hûrî bixwînim û dîtinên xwe bibêjim. Di zimanê Kurdî de, ji ber nebûna ferhengeke tekûz ya etîmolojiyê, pir kes pir caran ji xwe dipirsin: peyv ji kuderê hatiye, di çi demê de peyda bûye û çawa pêşve çûye? Di çapemeniya Kurdî de, bi taybetî ji sedsala borî heta niha, hewildanên weha berdewam bûn. Ev pirs ne tenê mirovên zana, lê mirovên asayî jî mijûl dike. Rewşa ferhengvaniya Kurdî bi gelemperî jar e, tevî dewlemendiya zimanê me. Heta niha jî ferhengeke giştî û tekûz, ku hemû zaravayan bi cî bîne, tune ye. Bi taybetî ferhengên etîmolojiyê pir dereng di çapê de derketine. Di destpêka sedsala 21an de tenê du xebatên girîng li vê qadê hatine belavkirin. Yek ji wan, ferhenga pisporê fonêtîkê R. P. Tsabolov e, ku bi du bergan li Moskva (2001 û 2010) hatine çapkirin. Her çiqas ew xebat ji aliyê akademîk ve girîng be jî, di destpêka wê de piraniya peyvan ji Erebî û Tirkî ne, û şertên etîmolojiyê her car bi awayekî têgihîştî nehatiye bicihkirin. Berhema duyemîn, Wişenamekî Etîmolojiyayî Zimanê Kurdî ya Cemal Nebez e (2008). Ev xebat berhemeke hêja û bingehîn e di dîroka etîmolojiya Kurdî de û encama salên dirêj ên lêgerînê ye. Karê sêyemîn û ya herî girîng, ku ev gotar li ser wê hatiye nivîsandin, “Ferhenga Etîmologiya Zimanê Kurdî” ya Keça Kurd e. Ev berhem cara yekem e di dîroka ferhengvaniya Kurdî–Kurmancî de ku ji aliyê ferhengvaneke Kurd ve bi vê qasî berfirehî tê amadekirin. Ev lêgerîn ji derve nehatiye anîn, lê ji nav zimanê xwe hatiye; ji zimanê dayikê, ku peyvên xwe bi lorîn, stran û çîrok di hişê zarokan de çespandine. Keça Kurd, bi rêbazeke zanistî, tiştên ku dizane tomar kiriye, li derinan temaşe kiriye û li wir ku ne bawer bûye, qesd ne kiriye. Ev rêbaz rast e, ji ber ku etîmolojî di zimanzaniya Kurdî de qada nû ye û hîn pir kar li pêş e. Ev lêgerîn, digel wan xebatên berê, bingeh e ji bo xebatên pêşerojê. Lêkolîn li vê qadê de belkî dijwartirîn kar di ferhengvaniya Kurdî de ye; ji ber vê yekê jî ew kesên ku dixwazin xwe terxanî vê warê bikin, divê pispor, xwedî zanîna gelek zimanan, û nasnameya zimanên mirî û zindî yên têkildarî zimanê Kurdî bin. Di vê çarçoveyê de, xebata Keça Kurd karekî hêja, bi wicdan û bi canfîdayî hatiye amadekirin. Bi vî ferhengê re, wê berhemeke zimanî ya girîng pêşkêşî gelê xwe kiriye, ku wê di salên bê de bingehê xebatên din bibe.   Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Keça Kurd vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.