Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Ji bo hemû zanistên pozîtîv matematîk xwedî girîngîyekê ye. Her wiha ji bo hemû alîyên jîyanê jî hewcetî bi rê û rêbaza mantiqa matematîkê heye; loma jî tê gotin, matematîk…

  • Stok kodu:
  • LIS-059
  • ISBN:
  • 9786059014359
  • Kullanılabilirlik:
  • 3 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 376
  • Yıl:
  • 2015
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€11.89

Ferhenga Termên Matematîkê-Dilawer Zeraq&Mem Wenda

Ji bo hemû zanistên pozîtîv, matematîk xwedî girîngîyekê ye. Her wiha, ji bo hemû alîyên jîyanê jî hewceyî bi rê û rêbaza mantiqa matematîkê heye. Loma jî tê gotin: matematîk di nav jîyanê de ye û jîyan jî ji matematîkê pêk tê. Matematîk, ku rê û rêbazeke hizirînê û zimanekî gerdûnî ye, di dinyaya me a îro de her ku diçe, pêşketinên cihêreng li xwe diqewimîne. Ji bo kesî, komel, zanist û teknolojîyê, matematîk biwareke bivênevê ye. Loma jî, di jîyana rojane de mirovên ku ev dîtin di xwe de mehandine — bergindên matematîkê, çi bi awayekî çendanî, çi bi awayekî mantiqî û çi jî bi awayekî têgihî — peyda kirine, di jîyana xwe de karibûne ku di her babetê de, çi di nivîsên xwe, çi jî di axaftinên xwe de, bi hêsanî bergindên wan têgihan bi kar bînin. Matematîk wekî pênaseyê di tu qaliban de hilnayê. Lê em wekî pênaseyeke giştî dikarin bêjin ku:
Matematîk ew zanist e ku bi rêya aqil, li ser avanî û taybetîyên dirûv, jimar û geleyan hûr dibe, û bi rêya zanistê têkiliyên di navbera wan de dide ber hûrgerînê.
Her wiha, matematîk li şaxên zanistê ên wekî zanîna jimarî, cebîr, zanista dûresmanî jî dabeş dibe. Ev ferheng, berhema xebateke têr zehmetî û dijwarî ye, ku bi qasî çar salan, bêyî ku bêzarîyekê di me de ava bibe, bi geşî û bi dorfirehî hatiye çêkirin. Û tevî ku em pê dizanin ku her xebata yekem di xwe de hin kêmasîyên arizî xwe dihewîne jî, em bi şanazî vê ferhengê, bi vî awayê wê, derpêşî we bikarhêneran dikin ku hem bi matematîkê hem jî bi Kurdî re mijûl in.   Ji bo hemû berhemên  Lîs Yayınevi vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.