Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Folklor û Ziman 1 Folklor û Ziman, ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da, salê du caran (nîsan û çirîya pêşîn) derdikeve û kovareka bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê…

  • Stok kodu:
  • SPMEZO-022
  • ISBN:
  • 26676435
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 192
  • Yıl:
  • 2019
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€11.00

Folklor û Ziman 1

Folklor û Ziman, ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da, salê du caran (nîsan û çirîya pêşîn) derdikeve û kovareka bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê da, xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih digirin.Di çarçoveya folkora kurdî da, mijarên wekî teorîyên folklorê, edebîyata gelêrî, adet û tore, bîr û bawerîyên gelêrî, zanyarîyên gelêrî, ferhenga herêmî, têgehên folklora kurdî, xebatên meydanî, û herweha lêkolîn û nivîsên derbarê etnografyaya kurdî da û hwd dihên weşandin. Di çarçoveya xebatên zimanî da jî, her cure mijarên têkildarî fonolojî, morfolojî, sentaks, morfosentaks, zimannasîya civakî (sosyo-lînguîstîk), zimanzanîya îranî hwd cih digirin. Di kovarê da, nivîsên di forma gotar, wergêran, danasîna sempozyum, pirtûk û tezan da jî dihên weşandin.Di vê hejmarê da, heft gotarên zanistî yên li ser folklor û zimanê kurdî hene. Zimanê gotaran, bi temamî kurdî ye û di vê hejmara yekem da bi kurdîya kurmancî-kirmanckî-soranî gotar hene. Hin gotarên ku di vê hejmarê da cih digirin weha ne:

  • Analîz û Berawirdkirina Varyanta Kurdî ya Çîroka Odîpusî ligel Çend Varyantên Din
  • Kirmanckî/Zazakî de Cumleyê Alozî
  • Giringîya Xebatên Folklorê li cem Rewşenbîrên Nifşê Hawarê
  • Rola Paşgira Partîsîp di Çêkirina Raweyên Ragihandinê, Dananî û Mercî da”.

Hêmin Omar Ahmed jî di xebata xwe da, ku bi kurdîya soranî ye, li ser destxeta Leyla û Mecnûnê disekine, ku ji alîyê Mela Mehmûdê Beyazîdî ve di sala 1857an da hatîye nivîsîn. Herweha, di dawîya kovarê da, danasîna du pirtûkên çapkirî cih digirin.

  Ji bo hemû berhemên Weqfa Mezopotamya vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.