Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Folklor û Ziman 3 "Folklor û Ziman", ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da, salê du caran derdikeve û kovareka bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê da, xebatên akademîk yên…

  • Stok kodu:
  • MEZO-024
  • ISBN:
  • 26676435
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 160
  • Yıl:
  • 2020
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€11.00

Folklor û Ziman 3

"Folklor û Ziman", ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da, salê du caran derdikeve û kovareka bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê da, xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih digirin. Di çarçoveya folkora kurdî da, mijarên wekî teorîyên folklorê, edebîyata gelêrî, adet û tore, bîr û bawerîyên gelêrî, zanyarîyên gelêrî, ferhenga herêmî, têgehên folklora kurdî, xebatên meydanî û herweha lêkolîn û nivîsên derbarê etnografyaya kurdî da û hwd dihên weşandin. Di çarçoveya xebatên zimanî da jî her cure mijarên têkildarî fonolojî, morfolojî, sentaks, morfosentaks, zimannasîya civakî (sosyo-lînguîstîk), zimanzanîya îranî hwd cih digirin. Di vê hejmara sêyem da, gotarên li ser folklor û zimanê kurdî, nirxandina pirtûkan û analîz û deşîfrasyon hene. Gotarên ku di vê hejmarê da cih digirin weha ne:
  • Varyantê Qiral Oîdîpusî yê Kirmanckî û Sînorê Nasnameyê Kulturî” (Nadîre Guntaş Aldatmaz)
  • Navên Jîngeh û Teşeyên Erdnîgarî li Herêma Dêrikê (Lêkolîneka Onomastîk)” (Serdar Öçal)
  • Lîstikên Zarokan yên Qedîm û Berdewamîya Wan li Devera Hekarîyê” (Kenan Subaşı)
  • Geşedana Hişî û Zimanî di Serdema Zaroktîya Pêşîn da” (Cemil Güneş)
  • Destnivîska Mela Mistefayî ya “Rahênanên Zimanê Kurdî” (Nirxandin, Metin)” (Mikail Bülbül-Mustafa Öztürk)
Di beşa nirxandina pirtûkan da jî du pirtûk hene. Yek jê ya Nadîre Guntaş Aldatmazê ye ku romaneka kurdîya kirmanckî ye û bi navê “Pîltane” ye û Surya Human nasandin û nirxandina wê kirîye. Pirtûka din jî ya Xêrî Şengalîyî ye ku bi navê “Li Çiyayê Şingalê Qebqeba Kewê Nêr e, Komeka Têkistêt Folklorê Êzdiyan” e û Hikmettin Atli nasandin û nirxandina wê kirîye. Ji bo hemû berhemên Weqfa Mezopotamya vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.