Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

1- Ez bi wê çendê bextewar im ku cara duyem e ez di vê mijarê de derdikevim pêşberî xwînerê xwe. Ev pirtûka di destê we de cara pêşî di sala…

  • Stok kodu:
  • NA-37
  • ISBN:
  • 978-605-9017-01-5
  • Kullanılabilirlik:
  • 1 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 510
  • Yıl:
  • 2014
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€16.34
1- Ez bi wê çendê bextewar im ku cara duyem e ez di vê mijarê de derdikevim pêşberî xwînerê xwe. Ev pirtûka di destê we de cara pêşî di sala 2005’ê de ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve bi navê Gotinên Pêşiyan û Biwêjên Herêma Botan hatibû weşan-din. Ji wê demê û vir ve min gelek “gotin” û “biwêj” lê zêde kirin ku bi vê rewşa xwe ya dawî ve pirtûk ji ya berê qatekî mezintir bûye. Ji ber ku çapa wê ya berê di piyaseyê de qedi-yaye û hêj hewceyiya gel pê heye, min xwest bi vî halê xwe yê dawî bidim çapkirin. 2- Serê pêşî gotinên pêşiyan tên, dû re biwêj… Di pirtûkê de … gotinên pêşiyan û … biwêj hene. 3- Min dixwest ji her gotin û (xasma) biwêjekê re mînakekê bidim. Herweha her gotin-biwêjeka kurdî gotin-biwêjeka tirkî ya ku di heman wateyê de ye deyna berde. Bawer im wê demê wê ew gotin û biwêj bêtir bihatana fêmkirin. Lê belê wek tê zanîn hingê wê hecma pirtûkê mezin bûya. Mezinbûna pirtûkê jî tê wateya zehmetiya çapa pirtûkê. 4- Da qene baş were fêmkirin eslê wan gotinan bi tirkî jî hatine wergerandin û herweha ravekirina wan jî hem bi kurdî hem bi tirkî hatiye kirin. Xwîner dema gotinekê yan jî biwêjekê bixwî-ne û bi her du zimanan jî wate û şîroveya wan bibîne bawerim wê ew bibe sedem ku xwînerên ku di zimanê kurdî de nejêhatî ne, bêhtir hînî zimanê xwe bibin. Ew gotin û biwêjên ku wate-ya wan ji xwe eşkere ne min pêwîstî nedit ku careke din rave bikim. 5- Hin gotin û biwêj hene ku ne pêkan e bihatana werge-randin. Wek mînak: Biwêja “Gezoya wî ketiye.” Bi çi awayî eslê wê nayête wergerandin; bes mirov dikare rave bike. Min jî ji ber vê çendê yên bi vî awayî hema tenê rave/îzah kirine. 5 6- Min li gorî zanîna xwe ma’ne li “gotin” û bêjeyan daye û ra-ve kiriye. Gengaz e ku di wê ma’nekirin û ravekirinê de kêma-yî hebin. Wek tê zanîn ew ne girîng e, ya girîng eslê wan e ku ew jî tê de ne. 7- Çaxê gotin û biwêj bi zimanekî din têne wergerandin bede-wiya wan ya wêjeyî/edebî jî winda dibe; ev tiştekî asayî ye. Bi vê xebata xwe eger min ji wêje û zimanê kurdî re xizmetek kiribe ez ê xwe bextewar bihesibinîm. Xebat ji me alîkarî ya Yezdan e.

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.