Gulcivîn – Dîwana Mela Sîraceddînê Xelîlî Mela Sîraceddînê Xelîlî, di sala 1930î de hatiye dinyayê û di sala 1983yan de çûye ber rehma Xwedê. Ew di demeke de jiyaye ku…
- Stok kodu:
- NU-007
- ISBN:
- 9786059413800
- Kullanılabilirlik:
- 3 stokta var
- Yazar:
- Mela Sîraceddînê Xelîlî
- Yayınevi:
- Nûbihar Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 462
- Yıl:
- 2020
- Kategoriler:
- Helbest,
- Klasîkên Kurdî
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €25.37 |
Gulcivîn – Dîwana Mela Sîraceddînê Xelîlî
Mela Sîraceddînê Xelîlî, di sala 1930î de hatiye dinyayê û di sala 1983yan de çûye ber rehma Xwedê. Ew di demeke de jiyaye ku ji aliyê aborî, siyasî û edebî ve ji bo Kurdan û zimanê Kurdî dewreke pir dijwar bû. Kurdî qedexe bû; gelek kes newêrîbû binivîsin. Yên ku dinivîsandin jî, kitêb û nivîsên xwe vedişartin; jixwe îmkana çapkirinê jî tunebû. Ji ber vê rewşa siyasî, weke gelek kesan, Mela Sîraceddînê Xelîlî jî baş nehatiye naskirin. Xelîlî, wek Cegerxwîn, Seyid Eliyê Findikî û Seydayê Tîrêj — yên ku di vê sedsalê de berhemên hêja nivîsîne — careke din ruh û can daye helbesta klasîk a Kurmancî. Li gorî asta berhemên sedsala xwe, ew dîwaneke serkeftî pêk aniye. Dîwana wî ya bi navê Gulcivîn, yek ji dîwanên girîng û giranbiha yên serdema dawî ya edebiyata klasîk a Kurmancî ye. Zimanê wî xurt û herikbar e, her weha gelekî sivik e ku di roja me de bi hêsanî tê fêhmkirin. Mela Sîraceddînê Xelîlî bi Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî helbest nivîsîne. Dîwana wî ji 143 helbestan pêk hatiye. Naveroka wê, bi taybetî, li ser mijarên civakî û eşqê rawestiye; helbestên dînî jî di nav de pir in. Mela Sîraceddîn, piraniya umrê xwe li herêma Botan û Torê derbas kiriye. Ji ber vê yekê jî, tesîra devoka van her du herêman — bi taybetî ya Torê — li ser ziman û şêwaza wî bi awayekî zelal xuya dike. Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Mela Sîraceddînê Xelîlî vir bitikînin- Yazar:Mela Sîraceddînê Xelîlî
- Yayınevi:Nûbihar Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:462
- Yıl:2020
- ISBN:9786059413800
- Kategoriler:Helbest, Klasîkên Kurdî
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









