Di vê berhevoka çîrokan a bi navê “Guneh”ê de, nivîskarê nemir Qedrî Can pazdeh çîrokên cihêreng bi zimanekî nazdar û şîrîn pêşkêşî me dike. Di xwendina berhemên Qedrî Can de,…
- Stok kodu:
- LIS-192
- ISBN:
- 9786059295277
- Kullanılabilirlik:
- 2 stokta var
- Yazar:
- Qedrî Can
- Yayınevi:
- Lîs Yayınevi
- Sayfa:
- 104
- Yıl:
- 2016
- Kategoriler:
- Çîrok
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €8.59 |
Di vê berhevoka çîrokan a bi navê “Guneh”ê de, nivîskarê nemir Qedrî Can pazdeh çîrokên cihêreng bi zimanekî nazdar û şîrîn pêşkêşî me dike.
Di xwendina berhemên Qedrî Can de, mirov tê dibîne ku Qedrî Can pêşengê nûjenîyê ye û wî bi rastî jî tefşoyê yekem di rêya çemê nûjenîyê de çikandiye; mirov digihîje wê bawerîyê ku ji nav nifşê serdema Hawarê, ê herî nêzî gîyanê ciwanîyê, niwênerê nûjenxwazîyê û dijminê klasîzmê Qedrî Can e. Ev yek hem ji şêweyê bikaranîna wî ya zimên û hem ji naveroka mijarên wî dîyar dibe.
Piranîya çîrokên Qedrî Can li ser rabihurîyê û dema zarokatîyê ne. Di çîroka “Serencam”ê de, nivîskar serpêhatîya xwe û birayê xwe Fethî ya zarokatîyê tîne zimên. Di çîrokê de, nivîskarê me xwe wekî sûcdar û gunehkarê mirina birayê xwe dibîne ku em bi xêra vê çîrokê temenê nivîskêr jî dinasin.Çîroka “Rovîyê xapînok” ji folklora Kurdî hatiye wergirtin. Mijara çîrokê li ser xapandin û rîpên rovî ye, li ser pepûkî û çavpehnkirina kewk û çêçika mirîşkan e.Di çîroka “Sehên Zozanan” de, nivîskar wekî ku serpêhatîya vê çîrokê jê re hatiye gotin dinivîse. Dibêje: “Çîroka sehên zozanan ne derew e û ne tiştekî xeyalî ye. Min, bi çavê xwe nedîtiye, lê min bi guhê xwe bihîstiye…”Bi zimanekî rewan û qelemeke zêrîn, pêşengê nûjenîyê û berdevkê kenegirîya zarokatîya xwe û me, Qedrî Can me di çivangeyên çîrobêjîya xwe ya hestyar de dizîzikîne.
- Yazar:Qedrî Can
- Yayınevi:Lîs Yayınevi
- Sayfa:104
- Yıl:2016
- ISBN:9786059295277
- Kategoriler:Çîrok
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









