Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Di helbestên Xelîl Dihokî de, hêvîyeke xurt û dilêr wekî berfîneke ku biharê vebûbe, di dawîya her helbestê de serî radike û hiltê.

  • Stok kodu:
  • LIS310
  • ISBN:
  • 9786054497201
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 104
  • Yıl:
  • 2014
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€10.99

Hejarino-Xelîl Duhokî

Di berhevoka helbestan a bi navê “Hejarino” de, Xelîl Dihokî peyv bi awayekî xwezayî, henûn û bêyî ku wan biêşîne, berhev kirine û hevalbendîyeke dostane di navbera wan de saz kiriye. Her risteyeke helbestê, panoramayeke çeleng û karîger di asoya xwendevên de dişayesîne. Bi vê hêzê jî dibe sedema bextewerîyê ji bo xwendevanan. Wekî ku mirov li zozanên Fereşînê, li ber bayê êvara dereng, hênik bibe, aramîyekê diherikîne li mêrga xemgînîya dil.

Taybetmendiyeke din a Xelîl Dihokî ew e ku her hêmayeke wî rasterast ji tore û kelepora Kurdî hatiye pê. Ew xwîner û çavdêrekî baş e yên jiyan, serpêhatî, rabûn, rûniştin, êş û xemên gelê xwe. Di her helbesteke wî de, em rastî jarî, rebenî, berxwedêrî û dilsozîya gelê Kurd tên ku ev bi sedên salan e li ser axa xwe ji azadî û rizgarîya xwe hatiye bêparhiştin.

Di helbestên Xelîl Dihokî de, hêvîyeke xurt û dilêr wekî berfîneke ku biharê vebûbe, di dawîya her helbestê de serî radike û hiltê. Ev helbestan, xewn û xeyalên azadî, bi zarav û hunerê hatine nivîsîn.

Helbesta Xelîl Dihokî, çîroka rabihurî, îro û dahatîya Kurdan e ku ev şengerenga helbesta netewetîyê ye. Wekî nivîskarê ku ziman, dîrok û şûnê xwe dizane, ew di her helbestê de nîşanên nasnameya neteweyî bi zaravê hunerî diguhêze.

  Ji bo hemû berhemên lîs Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Xelîl Duhakî vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.