Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Pirtûka ji aliyê Qendîl Şeyxbizînî ve hatiye amadekirin ku ji Hewlêrê ye. Ji navê wê jî diyar e berhem ji hezar û yek peyvan pêk tê. Pirtûk ji peyvên kevnar…

  • Stok kodu:
  • SİTV-86
  • ISBN:
  • 9786058139596
  • Kullanılabilirlik:
  • 4 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 222
  • Yıl:
  • 2018
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€9.26
Pirtûka ji aliyê Qendîl Şeyxbizînî ve hatiye amadekirin ku ji Hewlêrê ye. Ji navê wê jî diyar e berhem ji hezar û yek peyvan pêk tê. Pirtûk ji peyvên kevnar yên kurdî ku îro di kurdî de nayên bikaranîn yan jî hindik tên bikaranîn û ji hin peyvên nûsaz pêk tê. Ji bo sadekirina zimanê kurdî ev berhem berhemeke bêhempa ye. Peyvên di vê berhemê de şûna peyvên erebî, farisî, tirkî û hwd. yên di kurdî de digire. Armanca vê pirtûkê paksazî û çaksazî ye di peyv û wajeyên kurdî-kurmancî de, anku her peyvek ku di pirtûkê de hatiye nivîsandin beranber peyveke necur yan jî biyanî ye. Her wiha gelek mebest û armancên din jî wekî: * Vejandin û rizgarkirina peyvên kevnar û dêrîn ên kurdî. * Girêdana peyv û wajeyên dêrîn û îro. * Zengînkirin û rengînkirina zarê kurmancî û têr û tijîkirina zêdetir. * Girêdana zarên kurdî û nêzkirina zarên kurdî. * Bingehdanîna gelek peyv û amrazên din weke jêder bo sazbûna gelek peyvên din. * Pakkirin û çakkirina gelek wate û wajeyên din. * Yektakirina waje û zaravayên kurdî. * Sazkirina gelek peyvên girîng û pêwîst. * Hinek şêwazên cuda di warê peyvsaziyê de. * Aşnabûna xelkî ji zimanê kevn ê kurdî. û gelek mebest û armancên din ku hûn dikarin li ser bipeyvin. Pirtûk Hezar û Yek Peyv berhemeke ku zimanas û nivîsyarên bi taybet kurmancî dikanin li ser mijarên pirtûkê nerînên xwe bînin zimên û di warê nivîsandin û lêkolînnan de cih bigire. Berhem her çiqas ji hezar û yek peyvan pêkhatibe jî, ji piranî peyvan bi dehan peyv jê çêbûne, bi vî awayî ew hezar û yek peyvên sereke bûne çend hezar peyv. Ev berhem, di serî de ji bo lêkolînerên zimanê kurdî, ji bo her kesê berhemeke pir dewlemend e ku jê sûdê wergirin.Ev berhem dewlemendiyeke mezin li dewlemendiya zimanê kurdî bar dike.

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.

Related Products

View All