Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Hikayetêd Kurmancî-Mela Mehmûdê Bazîdî Mela Mehmûdê Bazîdî, zanayekî Kurd, dîrokzan, zimanzan, kulturzan, wergêr û berhevkar e. Ew di warê nivîsîn, darêjtin û parastina berkar û berhemên Kurdî de xizmeteke mezin…

  • Stok kodu:
  • NU-123
  • ISBN:
  • 9786257383127
  • Kullanılabilirlik:
  • 6 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 128
  • Yıl:
  • 2021
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€12.73

Hikayetêd Kurmancî-Mela Mehmûdê Bazîdî

Mela Mehmûdê Bazîdî, zanayekî Kurd, dîrokzan, zimanzan, kulturzan, wergêr û berhevkar e. Ew di warê nivîsîn, darêjtin û parastina berkar û berhemên Kurdî de xizmeteke mezin û bi nirx kiriye. Bazîdî, hejmareke girîng ji berhemên klasîkên Kurdî, vegêranên gelêrî, û her weha nivîsên zimanî, ferhengî û dîrokî li dû xwe hiştine û bi vê yekê bûye çavkaniyek bingehîn ji bo edebiyat û zanistên Kurdî.

Yek ji wan berheman jî ev kitêba wî ya “Hîkayetêd Kurmancî” ye. Ev berhem ji 84 hîkayetan pêk hatiye û heta niha wek pirtûk çap nebûye. Hîkayet kurt ne, lêbelê xudan-naverok, derbirînên tijî pend, û serboriyên jiyanî yên hêja in. Hin ji wan hîkayetan ji serhatî û dîroka şexsiyetên rastîn hatine wergirtin; hin wek hevpeyvînên di nav heywanan de hatiye afirandin; û hinên din jî ji ketwarê serdema Bazîdî bi xwe, yan ji vegêranên gelêrî û yan jî ji edebiyata cîhanî hatine girtin.

Piştî pêşgotina vê kitêbê û latînîzekirina wê, li dawiyê destxeta orîjînal a berhemê jî bi awayekî rengîn û hûrgilî hatiye bicîkirin. Ev taybetî, kitêbê ji aliyê lêkolînerên edebiyata Kurdî, zimanzanan û xwendekarên edebiyata klasîk re bêtir hêja dike.

  Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Mela Mehmûdê Bazîdî vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.