Îtbarî-Wezîrê Eşo Wezîrê vebêj û çîrokbêjê novela Îtbar, weke miraqdarekî ji meta xwe ya bi navê Meyane der barê kalikê xwe Hûtî Begê de dipirse û met jî çîrokên salên destpêka 1900'î…
- Stok kodu:
- LIS-097
- ISBN:
- 9786059295055
- Kullanılabilirlik:
- 2 stokta var
- Yazar:
- Wezirê Eşo
- Yayınevi:
- Lîs Yayınevi
- Sayfa:
- 64
- Yıl:
- 2016
- Kategoriler:
- Çîrok
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €8.55 |
Îtbarî-Wezîrê Eşo
Wezîrê vebêj û çîrokbêjê novela Îtbar, weke miraqdarekî ji meta xwe ya bi navê Meyane der barê kalikê xwe Hûtî Begê de dipirse û met jî çîrokên salên destpêka 1900'î par ve dike: “Di wî zemanê zarotîya xwe de ez haqasî heyîr û motacê gotina wan çîrokên wê bûm bi giranî ji ber balkêşîya wan: Ew ji bona min wek çîrokên pir întêresant bûn. Lê niha, gava ez gihîştime temenê mezin, kaltîyê li min kar kiriye, hêja ji giranî, ji mezinaya derd, kul û xemên meta xwe, ji sebebê dijwarîya gotina wan çîrokan ji bona wê kûr fam dikim. Û ne ku bi tenê fam dikim, lê ew bûne weke yên min jî, ji ber ku birayên meta min, kalên min in û ez niha ji vê yekê ne ku bi tenê kûr fam dikim, lê bi ser de jî bi ruhîyeta xwe ve dihesim. Ji ber vê yekê jî ez hêja şaş û metelê wê yekê dimînim, ku meta min e Meyane, ya ku haqasî bi ceger û kinêz bû, haqasî bi ser me nevîyên birayên xwe de şewitîbû, bi çi hunerî ne ku bi tenê li ber wî derdê giran li ber xwe da, lê bi ser de jî gihîşt temenê pîrbûna herî kûr, herî temam: Weke nod salan.”Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-pûblîsîst û wergêrê Kurd ê bi nav û deng Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê; bi novela xwe, Îtbarî di şexsê xwe de rabirdûya hemû Kurdên Êzdî yên li Ermenistanê vedibêje.Ji bo hemû berhemên Lîs Yayınevi vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Wezirê Eşo vir bitikînin
- Yazar:Wezirê Eşo
- Yayınevi:Lîs Yayınevi
- Sayfa:64
- Yıl:2016
- ISBN:9786059295055
- Kategoriler:Çîrok
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









