Rêxistinên çekdar ên îslamîst û paşxaneya wan mijara vê xebatê ne. Avabûn û çalakiyên bizavên wek El Qaîde, DAIŞ, En Nusra, Boko Heram, El Şebab, Ensarul Îslam, Cundullah-Ceyşul Edl, Heşda…
- Stok kodu:
- AVESTA410
- ISBN:
- 9786257253369
- Kullanılabilirlik:
- 1 stokta var
- Yayınevi:
- Avesta Yayınları
- Sayfa:
- 384
- Yıl:
- 2021
- Kategoriler:
- Lêkolîn
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €10.58 |
Rêxistinên çekdar ên îslamîst û paşxaneya wan mijara vê xebatê ne. Avabûn û çalakiyên bizavên wek El Qaîde, DAIŞ, En Nusra, Boko Heram, El Şebab, Ensarul Îslam, Cundullah-Ceyşul Edl, Heşda Şe’bî û hwd. di vê berhemê de cih digrin.
Serpêhatiya serkirdeyên tundrev yên wek Ebdullah Ezzam, Usame Bin Ladin, Ebû Mûseb El Zerqawî, Ebûbekir El Bexdadî Ebû Muhemmed El Colanî, Eymen El Zewahirî, Mele Fatih Kirêkar û hwd. ku bi daxuyanî û çalakiyên xwe bala cîhanê kişandine, bi berfirehî hatiye behskirin.
El Qaîde çawa derket? Çi faktoran di bihêzbûna Bin Ladin de rol lîst? Ferqa El Qaîde û Talîbanê çi ye? Rêxistinên wek DAIŞ û En Nusra çawa ji nav El Qaîdeyê derketin? Têkiliya Boko Heram, El Şebab û saziyên din bi El Qaîdeyê re çi ye? Kitêb, li bersiva van pirsan digere.
Nakokiya di navbera Ezzam û Bin Ladin, nîqaşa di nava Bin Ladin-El Zewahirî û Zerqawî de, cudabûna En Nusrayê ji DAIŞê, nelihevkirina Colanî û Bexdadî û şerê En Nusra û DAIŞê bi sedemên xwe ve hatine vegotin.
El Qaîde li Kurdistanê çawa birêxistin bû, bandora wê li ser bizavên îslamî çi bû, tevgerên çekdar li vê derê çawa belav bûn, Zerqawî çawa ji Îranê hat Kurdistanê û bi saziyên vir re têkilî danî? Bersiva van pirsan û gelek pirsên din di vê xebatê de ye..
- Yayınevi:Avesta Yayınları
- Sayfa:384
- Yıl:2021
- ISBN:9786257253369
- Kategoriler:Lêkolîn
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.







