Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Jiyanek Bajarek û Dewranek (Bîranên Min)- Mehmet Oncu Berhemek trajîk: Çîroka nivîskar û şarê wî Ev berhem, çîroka jiyana nivîskar, nifşê wî û şarê wî yê bextereş ku 63 salên…

  • Stok kodu:
  • sitav274
  • ISBN:
  • 9786258255584
  • Kullanılabilirlik:
  • 3 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 242
  • Yıl:
  • 2025
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€16.99

Jiyanek  Bajarek û Dewranek (Bîranên Min)- Mehmet Oncu 

Berhemek trajîk: Çîroka nivîskar û şarê wî

Ev berhem, çîroka jiyana nivîskar, nifşê wî û şarê wî yê bextereş ku 63 salên wî lê bihorî ne vedibêje. Bi gotineke din, qîrîn, zarîn û hewara zarokên kurdan ên pişaftî, herifandî û hilçinandî ye. Bi awayekî trajîk dîmenên vekuştina ri’hê nifşekî û dûmahika wî nifşî raberî we dike ku di heman demê de ew dîmen talana keleporekê, kuştina zargotinekê û nîvkuştina zimanekî jî piştrast dikin.

Piştî rûxîna dewleta Osmaniyan, dema li ser xaka kurdan a qedîm Komara Tirkiyê hat damezirandin, rêveberiya komarê tevî hemû şar û şaristanên kurdan, pergaleke çawa li şarokê me danî? Çawa ri’hê şarokê me xesandin? Pergala perwerde û pişaftinê karekî çawa li ser zarokên kurdan kir? Berî em neketibûn vê kodê rengê me, dengê me û bêhna me çi bû, piştî em di vî aşî de hatin hêran û pişaftin, em bûne çi û veguheziyan çi tiştî? Em çawa ji xwe dûrketin, bi çi sedemê bûn biyanê çand û kelepora xwe ne? Em çima nikarin li cihê kurdekî rawestin, weke kurdekî bihizirin û bi çavê kurdkî li cîhana xwe binêrin, ya herî xirab jî ew e ku çima em nikarin bi enstrûmanên tam, denklemên rast damezirînin?

Bêguman bersiva van hemû pirsan di vê berhemê de tuneye. Erê, hûnê karibin çend çarçik wêneyên rewşa xwe ya trajîk a bi vî rengî di vê berhemê de bibînin, bi hezneke kurdewar lê binêrin û di ser halê xwe de biponijin û pirsan li xwe bikin!

Ji bo hemû berhemên Weşanên Sîtav vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Mehmet Oncu vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.