Kassandra-Silêman Demir “Bibêje, xwedayê, bibêje,”ka hinekî li ser Kassandra jî bibêje.Ka “bibêje, xwedayê, bibêje,xişma Akhîlleusê Peleus bibêje,”gera qederê, fitla felekê û çîroka têkçûna evîna Kassandra jî bibêje. Ew çûn, lê…
- Stok kodu:
- AVESTA470
- ISBN:
- 9786055585082
- Kullanılabilirlik:
- 1 stokta var
- Yazar:
- Silêman Demir
- Yayınevi:
- Avesta Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 184
- Yıl:
- 2010
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €16.87 |
Kassandra-Silêman Demir
“Bibêje, xwedayê, bibêje,”ka hinekî li ser Kassandra jî bibêje.
Ka “bibêje, xwedayê, bibêje,
xişma Akhîlleusê Peleus bibêje,”
gera qederê, fitla felekê û çîroka têkçûna evîna Kassandra jî bibêje. Ew çûn, lê çîroka wan ma. Şerê li ser Helena Spehî, li bin dîwarên bajarê Troya, egîdiyên Akhîlleus, Hektor, Aeneas û hemû egîdên din, bi hişmendiya Odysseus re ket ser zimanan. Her yekî serpêhatiya xwe got: şerê ku deh salan li ber deriyê bajarê navdar dom kiribû, rêwîtiya xwe û xezeba xwedan ji gelê xwe re vegot. Mirov bi baldarî û meraq li wan guhdarî kir. Çîrokbêjan çîrokên wan kirin çîrok û gotin, helbestvanan wan kirin helbest û xwendin, klambêjan jî wan kirin klam û gotin. Li her derê hatin gotin û li hev gerandin. Bi sedsalan hatin vegotin û tu caran jê têr nebûn. Her ku dem derbas bû, ew çîrok û klam xweştir û dirêjtir bûn, û mirov hevdu fêrî gotina wan bûn. Heta ku rojekê yekî bi navê Homeros, hemû wan klaman li ser hev vekirin û kirin klamek yekgirtî. Wî, klama şerê deh salan bi tevahî got û li dinyayê belav kir. Navê wê klamê Ilyada bû. Ên ku lê guhdar kirin gotin ku mirov tu caran ji guhdarkirina wê têr nabe; bi hezaran sal derbas bibin, ew ê hîn jî bi kêfxweşî lê guhdar bikin. Bawerî ew bû ku wê tu caran jê têr nebûna. Ev kitêb mijara xwe ji Ilyada wergirtiye. Nav, cî û bûyerên ku di kitêbê de hatine nivîsandin û bikaranîn, hemû li gora mîtolojiya yûnanî ne. Silêman Demir, çîroka xwedayên Yûnanî bi Kurdî ji nû ve vedibêje. Ji bo hemû berhemên Avesta Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Silêman Demir vir bitikînin
- Yazar:Silêman Demir
- Yayınevi:Avesta Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:184
- Yıl:2010
- ISBN:9786055585082
- Kategoriler:Çîrok, Mitoloji
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









