Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Kêşana Karên Kurdî-Berhema Mela Mehmûdê Bazîdiyî Berhema Mela Mehmûdê Bazidîyî, ku ji bo hînkirina kurdî hatîye amadekirin, yek ji girîngtirîn berheman e ku di koleksîyona Aleksandre Jabayî da cih girtîye.…

  • Stok kodu:
  • MEZO-004
  • ISBN:
  • 9786058097568
  • Kullanılabilirlik:
  • 1 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 192
  • Yıl:
  • 2018
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€21.79

Kêşana Karên Kurdî-Berhema Mela Mehmûdê Bazîdiyî 

Berhema Mela Mehmûdê Bazidîyî, ku ji bo hînkirina kurdî hatîye amadekirin, yek ji girîngtirîn berheman e ku di koleksîyona Aleksandre Jabayî da cih girtîye. Di vê xebata Bazidîyî da, çar beş hene: beşa yekem nirxandina berhemê, beşa duyem metina berhemê ya sadekirî, beşa sêyem metina berhemê ya latînîzekirî û beşa çarem kopîya orjînal ya berhemê ye. Di vê berhema tematîk da, ji bilî morfolojîya karên kurdî, li ser sentaksa kurdî agahîyan giring hene. Nirxandin - Metina Sadekirî, Latinîzekirî - Faksîmîle: Mikail Bülbül ● Di sala 1978an da li Qosara Mêrdînê çêbûye. Mastera wî li Zanîngeha Mardin Artukluyê, li ser edebîyata kurdî ye. Li Zanîngeha Zaxoyê li ser sentaksa kurmancî doktora kirîye. Di salên 2012-2017an da li Zanîngeha Mardin Artukluyê wekî mamosteyê beşa kurdî xebitî. Mustafa Öztürk ● Di sala 1980yî da li Qosara Mêrdînê çêbûye. Perwerdehîya xwe ya bilind li ser edebîyata tirkî qedandîye. Di navbera salên 2002 û 2015an da mamostetîya ziman û edebîyata tirkî kirîye. Ji 2015an vir ve li Zanîngeha Mardin Artukluyê mamostetîya ziman û edebîyata kurdî dike. Hîn jî di qadên edebîyata kurdî, tirkî û berawirdkirina van her du edebîyatan da, xebatên xwe yên akademîk didomîne.   Ji bo hemû berhemên Weqfa Mezopotamya vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Mela Mehmûdê Bazidî vir bitikînin  

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.