Roger Lescot (1914-1975) Li Unîversîteya Parîsê edebiyata fransî, polîtîka û zimanên Rojhilat xwendiye. Di 1932yan de piştî ku unîversîte qedand, hikûmeta fransî ji bo ku lêkolînên ilmî bike, ew şande…
- Stok kodu:
- AVESTA477
- ISBN:
- 9786258383171
- Kullanılabilirlik:
- 2 stokta var
- Yazar:
- Roger Lescot
- Yayınevi:
- Avesta Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 128
- Yıl:
- 2023
- Kategoriler:
- Gotinên Pêşiyan,
- Çîrok
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €9.11 |
Roger Lescot (1914-1975) Li Unîversîteya Parîsê edebiyata fransî, polîtîka û zimanên Rojhilat xwendiye. Di 1932yan de piştî ku unîversîte qedand, hikûmeta fransî ji bo ku lêkolînên ilmî bike, ew şande Enstîtuya Fransî ya li Şamê. Li wir Celadet Alî Bedirxan nas kir. Tekstên folklorîk berhev kirin, di Hawarê de bi navê Tawûsparêz bi kurdî û fransî nivîs nivîsandin. Di nav kurdên Sûriyeyê de baş dihate naskirin û hezkirin, xelkê jê re digot Lezgîn Axa. Sala 1945an li Unîversîteya Sorbonneê Kursiyê Zimanê Kurdî vekir û dersên kurdî dan. Piştî salekê Kamiran Alî Bedirxan ku ji Bêrûdê hatibû ciyê wî girt.
Roger Lescot, piştî ku Celadet Bedirxan nas dike dibe dildar û kedkarê zimanê kurdî û edebiyata kurdî ya gelêrî. Ew bi xwe jî berhemên edebiyata gelêrî berhev dike. Li ser Memê Alan dixebite û ji varyantên heyî metneke serbixwe derdixe meydanê.
Ev xebata berdest jî berhevoka Roger Lescot a pêşî ye ku tê de çîrok, gotinên pêşiyan û pêderxistinok cih digirin. Çîrok wî bi xwe ji Salihê eşîra Hesenan berhev kirine; gotinên pêşiyan û pêderxistinok jî hinek ên ku wî berhev kirine û hinek jî yên ku Celadet Bedirxan. Ev çîrok, gotinên pêşiyan û pêderxistinok wek dengên wê demê di guhên me de olan didin.
- Yazar:Roger Lescot
- Yayınevi:Avesta Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:128
- Yıl:2023
- ISBN:9786258383171
- Kategoriler:Gotinên Pêşiyan, Çîrok
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









