Ev pirtûk encama xebat û lêkolînên 15 salan in ku min li Zankoya Rouenê, li Fransayê, li ser zimanê Kurdî pêk aniye. Hin ji van xebat û lêkolînan wek gotar…
- Stok kodu:
- AVES-165
- ISBN:
- 9786055279301
- Kullanılabilirlik:
- 4 stokta var
- Yayınevi:
- Avesta Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 296
- Yıl:
- 2013
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €11.18 |
Ev pirtûk encama xebat û lêkolînên 15 salan in ku min li Zankoya Rouenê, li Fransayê, li ser zimanê Kurdî pêk aniye. Hin ji van xebat û lêkolînan wek gotar di konferansan de hatin pêşkeşkirin û hin ji wan jî wek meqale di kovaran de çap bûn. Zimanê sereke yê van lêkolînan pirranî Fransî ye, çend lêkolîn bi Îngilîzî û çendin jî bi Kurdî derketin. Belavbûna kovaran, astengiya bidestxistina wan, û herwiha zimanê Fransî ku ji bo kêm lêkolîneran re nas e li me ferz kirin ku em van lêkolînan berhev bikin, wergerînin Kurmanciyê û wek pirtûk çap bikin. Wek xwendevanên vê pirtûkê dê bixwînin, lêkolînên di vê pirtûkê de ji nêrînên normatîv dûr in. Ziman bi metod û teoriyên zimannasiyê hatiye vekolîn.
Pirtûk ji çar beşan pêk tê. Naverokên wê bi pirsgirek û minaqeşeyên curbecur ên zimanê Kurdî re peywendîdar in. Beşa yekemîn çend babetên zimanê, wek alfabeya latînî, peyvên biyanî yên di zimanê de, guherînên di zaravayê Kurmancî de dikole. Beşa duyemîn li ser rewşa zimanê Kurdî li diyasporayê diraweste. Perwerdeya bi zimanê Kurdî û pirsgirêkên Kurdolojiyê babetên beşa sêyemîn in. Beşa çaremîn jî rola zimanê di siyaseta dagirkirin û înkara Kurdan û di binavkirina kurdan û welatê wan de dikole.
- Yayınevi:Avesta Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:296
- Yıl:2013
- ISBN:9786055279301
- Kategoriler:Lêkolîn, Zimannasî
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.







