Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Klasîkên Edebiyatê Kurdî Ji dema Ehmedê Xanî de heta destpêka sedsala 20an zimanê kurdî yê nivîsandinê zêde nehatibû guhertin. Jixwe herfên latînî hîn nehatibûn meydanê û her kurdekî dikaribû Mem…

  • Stok kodu:
  • AVES-059
  • ISBN:
  • 9789944382519
  • Kullanılabilirlik:
  • 10 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 260
  • Yıl:
  • 2020
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€16.65

Mem û Zîn (Bi Kurdîya Îro) - Ehmedê Xanî

Klasîkên Edebiyatê Kurdî Ji dema Ehmedê Xanî de heta destpêka sedsala 20an zimanê kurdî yê nivîsandinê zêde nehatibû guhertin. Jixwe herfên latînî hîn nehatibûn meydanê û her kurdekî dikaribû Mem û Zînê bixwîne û kêm zêde jê fam bike. Lê piştî tevgera kulturi, êdî hêdî hêdî kurd dûrî klasîkên xwe çûn û her ku çû ji mîratê xwe yê wêjeyî qutbûn. Pêşketina zimanê kurdî û bizavên nivîsandina bi kurmanciya paqij ev qut bûn bêtir bi cih kir û êdî ew peyvên di berhemên klasik de ku nîşana ciwaniya wan berheman û şarezayî û hostetiya nivîskarên wan bûn, bûne kelem li ber fêmkirin û têgihiştina wan berheman. Mem û Zîn: Sertaca Edebiyatê Kurdî Mem û Zînê jî ji cûreyê tekstên ku girtî ne û herkes niha tê nagihîje. Ji ber vê yekê pêwistiya şîrovekirina vê tekstê hebû. Ev xebat ji bo ku Mem û Zîn bi hêsani li ser zimanan bigere û bîrûbaweri û hizrên Xanî zindî bimînin hatiye meydanê. Em hêvîdar in ku ev xebat bibe pireke xurt di navbera xwendevanên îro u Ehmedê Xanî û berhema wî de. Ehmedê Xanî û Mîratê Wêjeyî Klasîkên edebî yên zimanekî rumet û serbilindiyê wî ziman î ne. Her edebiyat û ziman jî li gor derfet û şiyanên afirînerên xwe berhemên mezin encam dane ku ew di heman demê de di rêza berhemên mezin ên mirovahiyê de jî cih digrin. Mem û Zîna nemir Ehmedê Xanî jî yek ji wan klasîkan e û sertaca klasîkên kurdî ne ku ji sê sed salî zêdetir e di edebiyata kurdî her li lûtkeyê ye. Evîna Mem û Zînê di şairtiya Xanî de bi awayê herî estetîk û tenik berceste bûye, bûye çavkaniya sereke ya her evîndarê dilsoz yê helbestê û zimanê kurdî.   Ji bo hemû berhemên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê  vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Avesta Yayınları vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.