Mewlanzade Rıfat u Serbestî-Seîd Veroj Dema behsa qonaxa sereke ya rojname û rojnamegerîya Kurdan bête kirin, bêguman divê navê rojnameya Serbestî û Mewlanzade Rifat di xetên pêşî de bêne lêkirin.…
- Stok kodu:
- Besikci-009
- ISBN:
- 9786059073110
- Kullanılabilirlik:
- 3 stokta var
- Yazar:
- Seîd Veroj
- Yayınevi:
- Weqfa Îsmaîl Beşîkçî
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 320
- Yıl:
- 2021
- Kategoriler:
- Lêkolîn
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €20.86 |
Mewlanzade Rıfat u Serbestî-Seîd Veroj
Dema behsa qonaxa sereke ya rojname û rojnamegerîya Kurdan bête kirin, bêguman divê navê rojnameya Serbestî û Mewlanzade Rifat di xetên pêşî de bêne lêkirin. Serbestî, yek ji rojnameyên herî temendirêj a salên dawî yên Împeratorîya Osmanî û destpêka sedsala 20an e. Xwedî û berpirsiyarê rojnameyê Mewlanzade Rifat, di sala 1869an de li bajarê Stenbolê ji dayik bûye û lawê nivîskarê navdar Ebdurehman Nacîm e. Ew, bi nasnameya xwe ya rojnamevanî, nivîskarî û siyasetmedarî tê naskirin. Her weha ew şexsiyetekî namdar û girîng ê tevgera neteweperwer a Kurd e di destpêka serdema 20an de. Wî, digel rojnameya Serbestî, rêvebirî û berpirsyarîya derxistina gelek weşanên din jî kirîye. Weşana rojnameya Serbestî, her çend dem deman hatibe rawestandin, lê bêtirî diwanzdeh salan berdewam kirîye. Di nav weşanên wê demê yên Kurdan de, ji xeynî Serbestî, rojname û weşaneke wisa temendirêj nîne. Bêguman di vê demê dirêj de, di polîtîkaya weşana Serbestî de jî guherîn çêbûne. Ev guherîn di vê xebatê de bi ser sê dewran ve hatine destnîşankirin. Dewra yekem, ji destpêka çapkirina rojnameyê bigire heta biryara sirgûnkirina Dîwana Herb-î Urfî ya 21ê Nîsana 1909yê dewam kirîye. Dewra duyem, ji dema sirgûnkirina Misrê dest pê dike, bi çûna Parîs, Yunanîstan û cardin vegera Stenbolê, û heta dawîya sala 1912yê dewam dike. Dewra sisêyan jî, ji navbereke dûrûdirêj a nêzîkî pênc salan şûn ve dest pê dike û di vê demê de Serbestî, wekî weşaneke bi girêdayî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (Komela Pêşxistina Kurdistanê) ve hatîye weşandin. Mewlanzade Rifat, wekî evîndar û têkoşerekî sînornenas ê hurriyet û doza rewa ya milletê Kurd, di rêya vê xebata dûrûdirêj û bênavber de, di 8ê Îlona 1930ê de li bajarê Helebê, di 71ê salîya xwe de çû ber dilovaniyê. Ji bo hemû berhemên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Seîd Veroj vir bitikînin- Yazar:Seîd Veroj
- Yayınevi:Weqfa Îsmaîl Beşîkçî
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:320
- Yıl:2021
- ISBN:9786059073110
- Kategoriler:Lêkolîn
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.







