Mihemed Şêxo mezin bû û mezin jiya, piştî wefat kir, mezintir bû. Mihemed Şêxo 41 salan jiya, di dema wî de Internet, facebook, Twitter, Instagram û Youtube tune bûn, ...htd,…
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €16.39 |
Mihemed Şêxo mezin bû û mezin jiya, piştî wefat kir, mezintir bû.
Mihemed Şêxo 41 salan jiya, di dema wî de Internet, facebook, Twitter, Instagram û Youtube tune bûn, ...htd, wate, alavên alîkariya hunermend bikin ji bo mezin û navdar bibe tune bûn, kasêt û tîpên berê hebûn, ew jî li ba herkesî peyda nedibûn. Li gel wiha Mihemed Şêxo mezin bû, navdar bû, li her çar perçeyên Kurdistanê hat nas kirin, hez kirin û guhdarî kirin. Raz çi bû? Bersiv di pirtûkê de ye.
Amade û Belgekirin Qado Şêrîn
Çapa duyemîn 2022
Ji weşanên Dar Zeman e.
Ji 364 rûpelan pêktê.
Pirtûk şeş beş in.
01-Pêşgotin, mîna lêkolînek dirêj e. Her wisa tê de hatiye nivîsandin bê çima M.Ş. û ne
hunermendekî din. Rola M.Ş. di geşkirina hestê neteweyî de, û çima gelê kurd hewqasî jê hez
dike û lê guhdarî dike.
02-Gotar û lêkolîn in bijartî, gelek hevpeyvîn û gotar û lêkolînên li ser Mihemed Şêxo û
jiyana wî hatine kirin û nivîsandin.
03-Stranên Mihemed Şêxo. Ji 112 gotinên stranên wî pêktê, mafê helbestvan û awazdaneran
hatiye parastin.
04-Note, Yazde stran ji aliyê Dr. Brahîmê Mihemed Şêxo ve hatine danîn.
05-Portrêt, 34 tablo yan portrêt in, ji yên ku ji Mihemed Şêxo re hatine çêkirin.
06-Wêne û Belge. Bi belge hatiye piştrastkirin bê helbest a kêye û awaz a kêye.
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.










