Nameya Serencamê Yan Kelama Xezîneyê-Dr. Sadik Sefîzade Borekeyî Ev pirtûka li ser Ola Yarsanê bi xebateke dûr û dirêj hatiye berhevkirin û şîrovekirin ku yekemîn carê bi kurdiya kurmancî çap…
- Stok kodu:
- SÎTV-72
- ISBN:
- 9786257734158
- Kullanılabilirlik:
- 20 stokta var
- Yayınevi:
- Sîtav Yayınevi
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 665
- Yıl:
- 2021
- Kategoriler:
- Lêkolîn
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €28.29 |
Nameya Serencamê Yan Kelama Xezîneyê-Dr. Sadik Sefîzade Borekeyî
Ev pirtûka li ser Ola Yarsanê bi xebateke dûr û dirêj hatiye berhevkirin û şîrovekirin ku yekemîn carê bi kurdiya kurmancî çap dibe. Ji pirtûk û nivîsarên ku ji sedsalên borî yên der heqê Hewramanê de mane, wiha tê famkirin ku di heyama destpêka Îslamê de ew herêm ji hêla hebûna zana û ronakbîran ve, ji herêmên din dewlemendtir bûye. Pirtûka ku wekî “Kelama Xezîneyê” an jî “Serencam”ê tê naskirin, mînakeka berçav e der barê hizir û ramanên kesên zana yên wê serdemê de û mirov dikare bibêje lêkolîna der barê vê pirtûkê de dikare bibe sedema geşkirina can û rewanê mirovî. Ev pirtûk gişt wan metnan li xwe digire ku Sultan Îshaq û mirîdên wî di sedsala 8’an a koçî de nivîsandine. Ev deq ji gelek sirûd nimêj, dua, dab û nerîtên olî û pîşeyî û herwiha nivîsên li ser qurbanîkirin û nezir û nîyazan pêk tê. Deqên wan babetan bi awayekî devkî hatîne parastin û kelambêjan ew ji bo gelê xwe vegotine. Ev kelam bi zaraveyê kurdî-goranî hatine hûnandin ku yek ji zaraveyên kevnar ên kurdî ye û berê wekî “Fehlewîyat” dihate naskirin. Ew zarave li gel zimanên kevnar ên Avestayî, Sanskrîtî, Pehlewî Nû xwedî hevahengî û wekhevîyeka xurt e û niha jî xelkê Hewramanê û hin eşîrên kurdan bi wî zaraveyî dipeyivin. Ev pirtûk ku girîngtirîn û pîroztirîn pirtûka Yarsanîyan (Ehlê-Heq) e, li ser bingeha “Donadon” anku zihûra (tecelîya) ruhê di bedenî de hatîye hûnandin û vê dinyayê wekî heqîqetek ji dinyaya din dibîne. Kelama Xezîneyê bi giştî tê wateya kelama bexşîn û bereketên Xwedê. Xezîne bixwe jî tê wateya mala gencîneyê anku cihê mirov mal û heyînên xwe yên giranbuha lê diparêzin. Di wêjeya yarsanîyê de xezîne tê wateya çavkanîya bexşîn û bereketa Xwedê. Xwedê wiha emir dike û dibêje ku “kilîlên nihênîyan li ba wî ne”. Pirtûka Kelama Xezîneyê ji şeş beşan pêk tê. Ev metnên resen ên ku bi zaravayê Goranî wek raz û heolbest hatine hûnandin bi awayekî zelal hatine latînîzekirin û piştre jî her beş hatiye wergerandin û şîrovekirin û têbînî li ser hatine zêdekirin. Piranîya mijarên pirtûkê îrfanî û felsefî ne û ev mijar encama hizir û ramanên zanyar û bîrewerên wê herêmê ne ku di sedsala heftan û heştan ya koçî de dijîyan. Ji bo lêkolînerên ku lêkolîna dîn û rê û rêbazên ayînî û efsanewî dikin rêbereka baş û kêrhatî ye. Berhem ji 665 rûpelan pêk tê.- Yazar:Dr. Sadik Sefîzade Borekeyî
- Yayınevi:Sîtav Yayınevi
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:665
- Yıl:2021
- ISBN:9786257734158
- Kategoriler:Lêkolîn
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.







