Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Nexşeya Rewanê Bêdengiyê çapa duyem derket Pirtûka ku çapa ewil di 2021an de li Ewropa derketibû careke din ji aliyê weşanxaneya me ve çap bû. Helbêsta Mizgîn Hesko dengê balindeyê…

  • Stok kodu:
  • NA119
  • ISBN:
  • 978-625-7085-65-6
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 84
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€6.49
Nexşeya Rewanê Bêdengiyê çapa duyem derket Pirtûka ku çapa ewil di 2021an de li Ewropa derketibû careke din ji aliyê weşanxaneya me ve çap bû. Helbêsta Mizgîn Hesko dengê balindeyê foneks û Sîmirê sih reng e, ji Zagrosan ber bi esmanê xwedavendan ve fîxara kurdî bilind dike. Xwe jinûve Ji xweliya welatê xwe diafirîne û ji xerîbiyê gazî dike divêje; Hîn li wir im Balendeyê Fonîks im Ji nav xweliya xwe radibim Û ber bi jor ve Ber bi asoyê ve Baskên Ji nuh diferidînim. Helbesteka kibar e; naxwaze biazirîne giyanê bêdengiyê; Hêdî, hêdî Find û şemalokan Vêxînin Dibe... Ku xirecir Giyanê wê bêdengiya bê hempa Bi’azirîne Di himêza axê de Dilên... Hîn sincirî hene. Her rê û rêwîti helbestvanê ber welat ve dibe loma; Hîn... Ji heman rêyan Pir hez dikim Her ku Rê bi dawî dibin Şopikên... Ber bi lalezarên Ku li ser sînga te heşîn bûyî Destpê dikin. Gotiye! Ristên wê weka keriyên xezalên nû çav li jiyanê vekirine. Têm... Û li rasta Keriyê xezalên Nûzayî têm Ask û xifşikên Xweşkok û bêgneh Bi çavên matmayî Û dagirtî pirs Li min Dinehêrin?! Em wek weşanxane kêfxweşin ku ev helbestên pişta xwe dane xweza,evîn, tekoşînê digihînin xwendevanên kurdî. Mizgîn Hesko Helbestvan û nivîskar. Li gunê Şelhûmiyê, di 20.11.-1973’an de jidayik bûye. Xwendina xwe heya amadeyî (lîse) li Tirbespiyê qedandiye. Di destpêkê de bi Erebî helbest nivîsandin û paşê bi Kurdî û wiha ta îro berdewam e. Yekemîn helbesta wê di Gelawêjê de, di sala 1988’an de hatiye belavkirin. Ji sala 1996‘an ve li Almanya dimîne. Li Almanya Floristîk xwendiye û di 2004‘an de dîploma wergirtiye. Ji sala 2015‘an ji desteya birêvebir a Pênûsa nû ye. Ji mêj ve ew Endama Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamavanên Kurd li Sûryê ye. Berhemên Wê 1.    Tîpên Evînê (helbest) Avdar 2007, Çapxana Bafet 2.    Asoyekî Tijî Endeko (helbest) Tîrmeh 2008, Weşanên Han 3.    Di Nav Henasên Kovanan de (helbest) Avdar 2010, Weşanên Han 4.    Li Ber Pala Welatekî Birîndar Diherikîm (helbest) Avdar 2012 Weşanên Han. Çapa duyem 2020, Weşanên Sersera 5.    Ristek Lal e (helbest) Êlûn 2013, Weşanên Han 6.     Ber Bi werzê Hezkirinê ve (helbest) Mijdar 2015, Weşanên Han. Çapa duyem 2020, Weşanên Sersera 7.    Rêgehên Keskîn (helbest) Gulan 2019, Weşanên Sersera 8.    Ji Bexçika Jiyanê (Hin nerîn û dîtin û hin ji çîrokên rasteqîn   ên jiyanê) Mijdar 2020, Weşanên Sersera 9.    Nexşeya Rewanê Bêdengiyê (helbest) Çapa  Ewil Avdar   2021, Weşanên Sersera 10. Nexşeya Rewanê Bêdengiyê (helbest) Çapa  Duyem   2022, Weşanên Na

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.