Nûra Nepenî-Nurettin Ertekin Di edebiyata klasîk de temayên sereke bi piranî dîn, tesewwuf, felsefe, şîn (mersîye), pesîn (medhîye), pend (şîret) û hîkmet in. Ev tema û mijar carinan ji hest…
- Stok kodu:
- PEYWEND200
- ISBN:
- 9786257568883
- Kullanılabilirlik:
- 1 stokta var
- Yazar:
- Nurettin Ertekin
- Yayınevi:
- Peywend Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 412
- Yıl:
- 2023
- Kategoriler:
- Helbest,
- Klasîkên Kurdî,
- Lêkolîn
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €26.38 |
Nûra Nepenî-Nurettin Ertekin
Di edebiyata klasîk de temayên sereke bi piranî dîn, tesewwuf, felsefe, şîn (mersîye), pesîn (medhîye), pend (şîret) û hîkmet in. Ev tema û mijar carinan ji hest û ramanên şa’ir, bawerî û hizrên wî re têkildar in; lê her weha rewşa civakî, çandî, dînî û sîyasî ya serdema ku şa’ir tê de jiyan kiriye jî di afirandina wan de rolek girîng dileyze. Di edebiyata neteweyî (millî) de, bi tevî ku hinek temayên edebiyata klasîk tê de hene, lê temayên civakî, çandî û sîyasî, her weha hişyarkirina gel, avakirina bîrewarî û hafizaya civakî wekî temayên sereke di şi’rên şa’irên neteweyî de derdikevin holê. Di şi’rên serbest û gelerî de jî evîn, hizr û ramanên şa’irî derbarê mijarên cûrbicûr bûne bingehê şi’rê. Xemkûr, ger tenê wekî nûnerê yek edebiyatekê bihata nêrîn, dikaribû ku mijar, tema û cûreyên şi’rên wî bi berfirehî were şîrovekirin. Lê ji ber ku mijarên wî pir in û cureyên wan zêde ne, em li vir tenê li ser temayên sereke û cûreyên bingehîn yên şi’rên wî rawestin. Newrozîye yan Newrozname cureyekî girîng a edebî ye. Ji bo pîrozbahîyên Newrozê hatiye nivîsandin û tê de şi’r û stranên taybet li ser wateya cejna Newrozê, rewşa wê û girîngiya wê ya neteweyî û çandî cih digirin. Ev cureyên şi’ran bi navê Newrozîye tên nasîn. Di nav şi’rên Xemkûr de, “Were Em Herin Newrozê” mînakekî eşkere ye ji bo cûreya Newroznameyê. Her weha di dîwana “Tirên Kul û Derdan” de jî helbestek Newrozîye tê dîtin. Di dîwana “Welatê Wêran” de jî şi’ra serbest a bi navê “Newroz” wekî Newroznameyeke Xemkûr xuya dibe. Ji bo hemû berhemên Peywend Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Nurettin Ertekin vir bitikînin- Yazar:Nurettin Ertekin
- Yayınevi:Peywend Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:412
- Yıl:2023
- ISBN:9786257568883
- Kategoriler:Helbest, Klasîkên Kurdî, Lêkolîn
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









