Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Pandomîm-Berken Bereh Helbest, ekonomiya peyvan e; bi peyvên herî hindik vegotina derbirînê ye. Ji lew re Berken Bereh'î, di Kurmancî de, bi formeke nûh a Rojhilata Dûr (Japonya, Çîn) —…

  • Stok kodu:
  • belki045
  • ISBN:
  • 9789750018114
  • Kullanılabilirlik:
  • 3 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 104
  • Yıl:
  • 2006
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€8.99

Pandomîm-Berken Bereh

Helbest, ekonomiya peyvan e; bi peyvên herî hindik vegotina derbirînê ye. Ji lew re Berken Bereh'î, di Kurmancî de, bi formeke nûh a Rojhilata Dûr (Japonya, Çîn) — "hayko" — ku ji sê rêzik û hivdeh kîteyan pêk tê û témaya wê xweza-filosofî ye, helbest ava kirine. Lîrîzm, ku taybetmendiyeke sereke ya haykoyan e, jî ji bîr nekiriye.

Helbestkêr di pirtûkê de ev ekonomiya peyvan hinekî din bi pêş ve biriye û bi navê "pandomîm" — ku hunereke tê de tu peyv tune ne — xwestiye bi giştî peyvê ji holê rake; ji ber ku gava dozaja hestan gellekî bilind dibin, peyv dibin reben û dihelin.

Ji bilî vê, helbestkêr pênûs û kaxezên xwe danîne ber xwe û berî "Derba 12'ê Rezberê" ya hovanê, rojên xwe û yên me bi awayekî lixwemikurhatî ji hev veçirandine.

Berken Bereh'î, carina bi dest û lingan, bi çav û seriyan pandomîm kiriye; carina bi çend gotinên kurt haykoyan xweza, mirov û evîn vegotiye; û carina jî bi şêwaza helbesta sade bi xemgînî li xwe mikur hatiye. Ango, her ku di jiyanê de, likumiye helbestek ji ber lingê wî pekiyaye.

  Ji bo hemû berhemên Weşanên Belkî vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Berken Bereh vir bitikînin  

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.