Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Pêşmerge, çîrokeke dirêj e, diçe dikeve nav wî baxê gulên bêhnxweş ên ku di baxçeyê wêjeya Kurdî de vedane, an jî destaneke teze ye bi kincê nû yê hunerê ve,…

  • Stok kodu:
  • LIS-190
  • ISBN:
  • 9786059014953
  • Kullanılabilirlik:
  • 4 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 120
  • Yıl:
  • 2016
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€10.98

Pêşmerge-Rahîmê Qazî

Pêşmerge, çîrokeke dirêj e ku diçe dikeve nav wî baxê gulên bêhnxweş ên ku di baxçeyê wêjeya Kurdî de vedane; an jî destaneke teze ye bi kincê nû yê hunerê ve, awayekî nû yê romannivîsî, bi çend qehremanên ku mêrxasî û dilêrîya gelê Kurd didin dîyarkirin. Romana Pêşmerge ya Remîmê Qazî, bi qelemeke rewan û awayekî şîrîn hatiye nivîsandin. Nivîskar, tê de rewşa jîyana Kurdên Rojhilatê Kurdistanê daye xuyakirin: rewşa derebeg û gundîyan, zor û zordarîya mîr, piştevanîya Şoreşa Mehabadê ji alîyê hemû eşîr û çînên Rojhilatê Kurdistanê ve. Ev roman, wekî eynikê wê, bi xeleka dîroka Kurdistanê ve girêdide. Pêşmerge cara yekem di sala 1959’an de li Êrîvanê, di sala 1961’ê de li Bexdadê bi Kurdî û di sala 1963’an de li Bakûyê bi Azerî hatiye weşandin. Li Başûrê Kurdistanê, ji alîyê xwendevanên Kurd — bi taybetî ji alîyê wêjenas, pisporên wêjeyê, hunermend û nivîskarên Kurd — pêşwazîyeke baş lê hatiye kirin. Di gelek rojname û kovarên Kurdî de nivîsên li ser hatine weşandin, pesin û rexne jî li ser hatine kirin. Nivîskarê Pêşmerge’yê, bi cil û bergekî spehî, wekî nivîskarê îtaetkarê rasteqînîya Sosyalîzmê, wêneyekî radixe ber çavan: wêneyê jîyana cotkarên Kurdistanê, pêwendiyên di navbera gundî û derebegên xayîn de, dijminayetîya derebegên noker bi Kurd û Kurdayetî re, û hewlên wan ji bo fetisandina komara sava û nazik.  
Ji bo hemû berhemên  Lîs Yayınevi vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Rahîmê Qazî vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.

Related Products

View All