Quling, Ewr û Ba - Mem Ararat Mem Ararat bi muzîka xwe rêya xwe bi şikeftên veşartî yên rihê me xistibû û bi dengê wî yê xembar em hinekî din…
- Stok kodu:
- Ziz1
- ISBN:
- 9786259416519
- Kullanılabilirlik:
- 4 stokta var
- Yazar:
- Mem Ararat
- Yayınevi:
- Zîz Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 64
- Yıl:
- 2023
30 Days
We're here to help
Total | €11.95 |
Quling, Ewr û Ba - Mem Ararat
Mem Ararat bi muzîka xwe rêya xwe bi şikeftên veşartî yên rihê me xistibû û bi dengê wî yê xembar em hinekî din jî li xwe mikur hatibûn.
Ararat îjar bi ristên xwe, di nava du qadên hunerê de (ku hemû cureyên hunerê hinekî hevdu xwedî dikin û hinek jî ji hev dixun) pirek e resen dihone. Ji çemê rihê xwe yê dengzelal cihokên nû vedike. Bi ristên xwe yên mişt xem, mişt xewn, mişt kurmanc û mişt em, tenik tenik diherike nava behra edebiyatê û kulm bi kulm av dide.
Gulîzer
Dengê helbestên Mem Ararat dengekî hestiyar, xwezan, bîrmend û xwedî karekter e. Ev deng xwedî daxwaz, rexne, xeyal û muxalîf e. Temayên dosyayê ku ji evîn, nasname, azadî, welat, penaberî, xeyal, bêrîkirin, sînor thw pêk tên bi çavdêriyeke berfireh a vî karekterî, bi peyvên zelal, jidil û bi dilovanî hatine vegotin.
Helbestvan bi motívên di helbestê de neynikê dide ser birînên civakê. Şewqê dide ser çand û tore û jiyana xelkê ku kesek zû bi zû nabîne û bi wan nagihê bi metafor û hêmayên orijinal yên erdnigariya me ya qedîm tine ziman. Bé gazin, bê ku bike hawar û figan derde dilê xwe bi aramî, bi têgihiştina rûspiyekî vedibėje.
Fatma Savci
- Yazar:Mem Ararat
- Yayınevi:Zîz Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:64
- Yıl:2023
- ISBN:9786259416519
- Kategoriler:Helbest, Nûhatî
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









