Ev pirtûk serpêhatiyên pir taybet û antika yên Seyadê Şame ne. Seyade Şame, ji Radyoya Rewanê, ji kilama "Apo/Esmer Eman" tê nasîn. Şair û dengbêj Seyadê Şame nixuriyê malbata Şameyê…
- Stok kodu:
- Besikci-008
- ISBN:
- 9786059073349
- Kullanılabilirlik:
- 3 stokta var
- Yazar:
- Veysel Çamlıbel
- Yayınevi:
- Weqfa Îsmaîl Beşîkçî
- Sayfa:
- 148
- Yıl:
- 2021
- Kategoriler:
- Jiyanname
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €5.37 |
Ev pirtûk serpêhatiyên pir taybet û antika yên Seyadê Şame ne. Seyade Şame, ji Radyoya Rewanê, ji kilama "Apo/Esmer Eman" tê nasîn. Şair û dengbêj Seyadê Şame nixuriyê malbata Şameyê Kekê ye. Pey zarotiyê, xortaniyekê gelekî dijwar derdikeve pêşiya wî, jîyana wî bi macera û meselên nedîtî nebînayî ve tê pêçan û neqişandin.
Maceraya Seyad ber bi xortaniyê, derûdorên 17-18 salên xwe, 1940an da, ji Bazîdê despêdike. Rêya wî ewil bi tîcaretê, peyra jî çarûneçar bi sîyasetê, bi polês û jendirman, bi mehkemeyan dialiqe; ji hepisxana Erziromê bi çend hevalên xwe, zivistanekî xedar da direvîn, 26 şev û rojan şunda xwe digîhînîn Îranê. Wê deme Îran bin dagirkeriya Ûris da bû. Rêya Seyad ji Îranê ber bi Sîbîryayê difetile. 9 salan qanpên hesîran, lagiran da dimîne, dibe "ta û derzî", heya mirina Sitalîn bi halekî xirab da dijî.
Seyad, pey hurşandina Sovyetan, rê-dirp û derfet dibine, 1992an da tê xwe digîhîne welat, tê ku jiyan ne wekê 47 sal berê ye, dê û bav, gelekî mezinên nas koça xwe barkirin e, lêdan e û çûn e. Lê heval û hogirên wî, Bazîdîyan û Celalîyan wî û stranê wî ji bîr nekirin e. Bazîdiyan gelekî qedir û qiymetê wî digrin, dengbêjên xwe, bi maqulî, wakê zarokekê xwe, bi dil û can hembêz dikin.
Seyad qulingekî birindar bû. Bi gotina wî bêjim; "qedera wî reş bû, feleka wî xayîn bû." Ji Zulfînaza jina xwe, ji malbata xwe, ji heval û hogiran qetya bû, nalenala-zarezara wî bû. Lê axirîya emir, 47 sal şunda vegeryabû welat, ser hêluna kalûbavan. Wê vegerandina diramatîk da gelekî tiştnên nazik û ecêp qewimîn.
Gelî xwendevanên delal, wan bûyeran hûnê yeqîn bi meraq û dilovanî bixwenin...
- Yazar:Veysel Çamlıbel
- Yayınevi:Weqfa Îsmaîl Beşîkçî
- Sayfa:148
- Yıl:2021
- ISBN:9786059073349
- Kategoriler:Jiyanname
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









