Hunermend Seyda Perînçekê ku piranî bi mûzîka xwe tê naskirin, Qutiya Dilê xwe, bi helbestan ji me re vedike. Seyda Perînçek, bi çapa 2'yemîn ya pirtûka xwe, digel stranan, di…
- Stok kodu:
- LIS369
- ISBN:
- 9786054497805
- Kullanılabilirlik:
- 1 stokta var
- Yazar:
- Seyda Perînçek
- Yayınevi:
- Lîs Yayınevi
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 64
- Yıl:
- 2013
- Kategoriler:
- Helbest
30 Days
We're here to help
Total | €7.49 |
Qutiya Dil-Seyda Perînçek
Hunermend Seyda Perînçekê, ku piranî bi mûzîka xwe tê naskirin, di pirtûka xwe ya Qutiya Dilê de bi helbestan ji me re vedike. Seyda Perînçek, di çapa duyemîn ya pirtûka xwe de, digel stranan, di şiîran de jî hunera xwe nîşanî me dide.
Helbestên wî bi hestên netewî ava bûn û di her rista Qutiya Dil de têkoşîneke li hember zilmê tê dîtin. Lewre, ciwaniya emrê wî reş kirine:
“Min evîna xwe li bajarekî şewitî dît
Dest û lingên wê li aliyekî
Serê wê li aliyekî bû
Diperpitî dilê wê
Mîna çûkên birîndar...”
Hozanê navdar Seyda Perînçek, trajediya zarokên bê dev û ziman jîbîr nekiriye. Gotinên wî neheqiya ku li dilên piçûk hat kirin, li xwediyên wan vedigerîne:
“Hûn hêrs dibin
Mîna birûskên ezmanan
Têne xezebê
Û bi min de diteqin
Bê ser û bê dem
Hûn mamosteyên min in, qaşo
Yên edeb û terbiyeyê
Lê ez hînî tirsê bûm, bi saya serê we
Zarokekî biçûk im, ez...”
Wek wezîfeyeka hunermendiyê, Seyda Perînçek li dijî kirinên zordestan ne bê deng e. Hêviya helbestvên ew e ku erd û ezman jî li hember vê zilmê xwe kerr neke:
Ji bo hemû berhemên Lîs Yayınevi vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Seyda Perînçek vir bitikînin“Ey mindayê mezin
Çima roj naçirîne kirasê xwe?
Çima birûsk naqîrin?
Çima natefin stêrk?
Û çima
Hulorîkan nabarînin ewr?
Ma qey kor bûye ezman?”
- Yazar:Seyda Perînçek
- Yayınevi:Lîs Yayınevi
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:64
- Yıl:2013
- ISBN:9786054497805
- Kategoriler:Helbest
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









