Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Rêber û Ferhenga Rastnivîsînê Ya Kurdîya Kurmancî-Emînê Evdal Ji bo standardîzasyona zimanekî, xebatên wekî sazkirina alfabeyê, rêbera rastnivîsînê û ferhenga rastnivîsînê gelek giring û stratejîk in; ango ev xebat kodîfîkasyona…

  • Stok kodu:
  • MEZO0037
  • ISBN:
  • 9786259733296
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 200
  • Yıl:
  • 2025
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€17.00

Rêber û Ferhenga Rastnivîsînê Ya Kurdîya Kurmancî-Emînê Evdal

Ji bo standardîzasyona zimanekî, xebatên wekî sazkirina alfabeyê, rêbera rastnivîsînê û ferhenga rastnivîsînê gelek giring û stratejîk in; ango ev xebat kodîfîkasyona zimanî nîşan dide. Ev xebata Emînê Evdalî, ku di 1958’ê de li Êrîvanê hatî çapkirin, bi rastî ji bo afirandina zimanê nivîskî, an jî zimanê standard, kodkirinên fonolojîk, morfolojîk û ferhengî li xwe digire. Ev xebat bi redaktorîya Erebê Şemo (Ereb Şamîlov) û Hecîyê Cindî hatiye amadekirin û ji aliyê Enstîtuya Tarîxê ya Akademîya Zanistî ya Ermenîstanê ve hatî çapkirin. Îro jî em kêfxweş in ku ev berhem dîsa hatî çapkirin û digihîje destê vekoler, zanyar û xwendevanan. Eslê wê bi tîpên kîrîlî hatiye nivîsîn û tîpguhêzîya latînî ya vê çapê ji aliyê Şêxmûs Ozpolatî hatî kirin. Ozpolat xebatîkî baldar, rastqedex û bi temkîz kirîye, herçend di nav tîpguhêzîyê de hinek şaşîyên madî heye; lê em jê re dest nekir û wan wekî ku hebûn hiştin. Di vê berhemê de çar beşên sereke hene:
  1. Rêz û rêçikên fonolojîk, morfolojîk û morfofonolojîk
  2. Ferhenga berfireh ya rastnivîsînê (ferhenga ortografîk)
  3. Xalbendî
  4. Metnên xwendinê
Di beşa çarem da, di nav metnên xwendinê, varyanteka destana Ker û Kulikê jî hatiye danîn. Beşa herî berfireh jî ferhengê ye ku nêzî heft hezar bêjeyan di hundirê xwe de digire. Giringiya vê berhemê pir-alî ye:
  • Termînolojîya wê demê,
  • Taybetmendiyên zimanî,
  • Dewlemendiya ferhengê,
  • Bêjeyên folklorîk ku kurdan wextê xwe çêkirine.
Di nav xebatê de jî tesîra zimanî tirkî, bêjeyên herêmi û hêmanên ku ruhê wê demê nîşan dikin, diyar in. Evdalî bi giştî bi devokê Serhedê ya jorîn, taybetî hevrengiya Qersê, nivîsîye. Ev dever di navbera 1878–1917’an de li bin Împeratorîya Rûsyayê ma, li wir jî di nav malbatên Kurdan de 2–3 nifş maye û ji rûsî gelek peyv hatine wergirtin. Ji ber vê yekê, di asta rêzimanî û di xezîneya bêjeyan de tesîra ziman û ruhê sovyetîk pirî tê hîsandin.   Ji bo hemû berhemên Weqfa Mezopotamya vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Emînê Evdal vir bitikînin  

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.