Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Rexneya Edebiyata Kurdî û Meseleya Nûkirina Şîyîrê Rexneya edebiyata kurdî ku destpêka wê ya rastîn bi destpêkirina hereketê nûkirina şîyîra kurdî di destpêka sedsala 20 an de dest pê kirîye,…

  • Stok kodu:
  • 9786256963061
  • ISBN:
  • 9786256963061
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 609
  • Yıl:
  • 2024
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€24.99

Rexneya Edebiyata Kurdî û Meseleya Nûkirina Şîyîrê

Rexneya edebiyata kurdî ku destpêka wê ya rastîn bi destpêkirina hereketê nûkirina şîyîra kurdî di destpêka sedsala 20 an de dest pê kirîye, ew dewlemendîya girîng heta van dawîyan jî li gor pêwistîyê awir lê nehatîye dayîn û lê nehatîye lêkolîn. Belkî di dirêjahîya vî midetî de ku nîv sedsal zêdetir e dom dike, wekî materyaleke xav bi awayekî perş û belav û feramoşkirî maye. Ew nivîsên kêm yên li ser hatine weşandin, yanî lêkolîna wê materyala ku temamê dewlemendîya rexneya edebiyata kurdî pêk tîne, çend hewlên dest- pêkî ne û tenê milekî biçûk yê wê babeta fireh girtîye nav xwe. Ji bo wê, ne di warê cûreyê wan babetên nave- roka wan nivîsên kêm pêk hatîye de û ne di warê awayê behskirin û lêkolînan de ku her ji bingeh ve tiştekî sade û serpê ne û ji çend balkêşîyeke giştî û bilez derbas nebûne. Nekarîne bi awayekî têr û tijî û li ser rêbazeke zanistî wan materyalan bikolin, binirxînin û qîmeta wan ya taybetî di nav edebiyata kurdî de bidin diyar kirin. Bi vê mehneyê wan nivîsên kêm nekarîne rewşa rasteqînî ya rexneya edebiyata kurdî diyar bikin.

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.