Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

“Dr. Hesen Șetevî kesayetiyeke kurd a welatparêz û rengîn e. Di warê xwe yê xebatê de cerrahekî naskirî û serketî ye. Li Elmanyayê çalakiyên wî yên ji bo doza kurdî…

  • Stok kodu:
  • AVESTA517
  • ISBN:
  • 9786052246610
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Çevirmen:
  • Kakşar Oramar
  • Sayfa:
  • 304
  • Yıl:
  • 2019
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€11.13
“Dr. Hesen Șetevî kesayetiyeke kurd a welatparêz û rengîn e. Di warê xwe yê xebatê de cerrahekî naskirî û serketî ye. Li Elmanyayê çalakiyên wî yên ji bo doza kurdî jî di xortaniya wî de, di salên xwendekariyê de dest pê kirine û bi dirêjahiya 60 salên dawîn bi awa û cureyên cihê dom kirine. Jiyana wî bi xwe dikare bibe romaneke balkêş. Ew li bajarê Ûrmiyê, paytexta Sarim Xanê Mukrî yê navdar, di malbata navdar a Qasimloyan hatiye dinyayê. Pirtûka Dr. Șetevî bersiva valahiyeke gelek girîng dide: Dr. Qasimlo li ku, di binemaleke çawa de mezin bû? Rê û resm, orf û adetên vê malbatê çi bûn, yên bajarê Ûrmiyê çi bûn, peywendiyên wan bi eşîretên Kurdan re, bi welatparêzên kurd ên din re, bi qewmên cîranên wan, ango azerî, aşûrî, ermenî û eceman re çi bûn? Bi kurtî, kesayetiya wî, berhema edebeke malbatî û çandeke herêmî ya çawa bû? Agahdariyên Dr. Șetevî, yên ji destê yekem li ser binemal û salên zarotî û xortaniya Dr. Qasimlo gelek hêja û girîng in. Em bi saya wan çêtir tê dighên ku kesayetiya xweşsohbet, nuktedan, devliken a Dr. Qasimlo, pirzimaniya wî, kûrahiyên nasîna wî ya jiyana gundîtî ya kurdî ya peywendiyên eşîretî, evîna wî ya ji bo helbest, stran û goraniyan, ji bo qise û sedayên xweş, ji bo jiyanê û ji bo jinan çawa, di nav çi kultureke malbatî û civakî de dirust bûne. Pirtûk mîkro-dîrok e, lê cureyeke şecerename ye jî, ya tayfeya Qasimlo ku bi sedan ciwanên xwenda pêşkêşî civakê kirine. Pirtûka Dr. Șetevî kaneke agahdariyên kêmnas e, li ser herêma Ûrmiyê, li ser jiyana civakî ya vê herêmê, li ser “saga”ya binemala Mihemed Axayê Qasimlo, gencîneyeke ji bo lêkolînerên dîroka nêzîk a Kurdistana Rojhilat.”

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.