Ristemê Zal-Xurşîd Mîrzengî Mîtolojî, bingehê dîroka miletan e. Dema ku behsa mîtolojiya Kurdî tê kirin, di rêza yekem de çîrokên Ristemê Zal tên bîra meriv. Ristemê Zal, li gor baweriyan,…
- Stok kodu:
- NUBIHAR0420
- ISBN:
- 9786256605633
- Kullanılabilirlik:
- 1 stokta var
- Yazar:
- Xurşîd Mîrzengî
- Yayınevi:
- Nûbihar Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 392
- Yıl:
- 2025
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €18.95 |
Ristemê Zal-Xurşîd Mîrzengî
Mîtolojî, bingehê dîroka miletan e. Dema ku behsa mîtolojiya Kurdî tê kirin, di rêza yekem de çîrokên Ristemê Zal tên bîra meriv. Ristemê Zal, li gor baweriyan, yek ji qehremanên serdema Eşkaniyan e. Di nav destanên Îranî de, dem bi dem taybetmendiyên mîtolojîk bi wî re girêdayî bûne. Ew her tim alîgirê qenciyê ye; li hember dêw û bedkaran şer kiriye û bi ser ketine. Di edebiyata Îranê ya piştî Îslamê de, her weha di edebiyata dîwanî û tesewûfî de jî, Ristem qehremaneke pir bibandor e. Navê wî remza pêlewaniyê ye. Di edebiyata Kurdî ya zargotinî de jî, Ristem wekî zîrwe ya pêlewaniyê tê nasîn. Xurşîd Mîrzengî di biçûkiya xwe de, ji malbat û cîranên xwe sê çîrokên Ristemê Zal guhdarî kiriye. Van çîrokan heta mezinbûna wî di bîra wî de cih girtine. Rojekê li Parîsê, di nava wî û hevalekî wî de li ser mîtolojiyê qise tê kirin. Xurşîd çîrokên Ristem û bîranînên zarokiya xwe vedibêje. Hevalê wî jê dipirse: “Te van çîrokan nivîsîne?” Ev pirs dibe sedema ku Xurşîd bi awayekî bi hêsan li pey çîrokên Ristemê bikeve. Di destpêkê de ew çîrokên ku di hişê xwe de hene dinivîse. Paşê, li Awrûpayê, ji civaka me ya penaber 14 çîrok kom dike û wan di sala 1999an de çap dike. Di sala 2010an de vegere welêt. Piştî çend roj li Diyarbekirê dimîne û paşê sefereke dirêj dike. Ji Nisêbînê dest pê dike û diçe Cizîr, Şirnex, Erûh, Sêrt, Bedlîs, Tetwan, Wan, Miks, Mûş, Çewlig û Elezîz, û di dawiyê de vegere Diyarbekirê. Li Mûşê, salixên çîrokbêjekî digre ku mala xwe bar kiriye Çeneqelayê. Ji Diyarbekirê diçe Çeneqelayê û wî bi xwe dibîne. Xurşîd bi xebatekî dirêj û berfireh, di nav bîst kusûr salan de, berhema xwe ya Çîrokên Mala Zalê wekî 45 çîrok temam dike. Di warê edebî de, bê ku naveroka çîrokan biguherîne, wan tîmar dike, uslûba vegotinê li gor terzek modern sererast dike û wan zêdetir xweş û bihêz dike. Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınevi vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Xurşîd Mîrzengî vir bitikînin- Yazar:Xurşîd Mîrzengî
- Yayınevi:Nûbihar Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:392
- Yıl:2025
- ISBN:9786256605633
- Kategoriler:Çîrok, Nûhatî
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









