Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Ristika Morîkan-Fatma Savci “Ristika Morîkan” neynikeke şikestî ye ku li rihê birîndarîya kurdan digere. Neynikeke ku kes nexwaze li sûretê xwe yê winda yî tê de binere...Ji çîroka “Mûm û…

  • Stok kodu:
  • AVES--190
  • ISBN:
  • ristika-morikan
  • Kullanılabilirlik:
  • 5 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 92
  • Yıl:
  • 2012
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€7.86

Ristika Morîkan-Fatma Savci

“Ristika Morîkan” neynikeke şikestî ye ku li rihê birîndarîya kurdan digere. Neynikeke ku kes nexwaze li sûretê xwe yê winda yî tê de binere...
Ji çîroka “Mûm û Fîstan”:
Diranekî min mabû, ew jî şevê din di xewnereşkekê de weşiya. (Herê nû bala min kişand, diranên wê tune bûn. Ew bê diran bû.) Ev nîşana xebera bê oxiriyê ye.
Êdî nizam wê agir bikeve mala diya kê. Min ev qesir ji diranên xwe yên ku di xewnan de ketine lêkir. Diranên min her şev di xewnan de dikevin, beriya kuştinan, piştî kuştinan.
Va roj diçe ava, lê hîna nequlibiye sibê wê binefşeke din biçilmise di laşê min de. Ez ev im, jineke ku xewnên wê bê diran in û binefşên laşê wê çilmisî...

Çawa dengê xîzîna sîngê hat jinikê, mîna binefşeke bê av xeliya ber bi jêrê.
Jina bejinrihanî her du baskên xwe berdan erdê.
Min ji rûyê wê yê çilmisî fam kir, çemekî xwînî ji laşê wê herikî...
Mîna mûmeke ku dişewite, goştê canê wê piço piço heliya û dilop dilop niqutî ser erdê. Ez bezîm ku herim pê ve. Min xwest ez xwe bigihijînimê û wê jina xweşik, wê jina dilovan, wê jina ku mûman ji çiçikên xwe pêdixe, wê jina ku kirasan li agir dike û wan werdigerîne keçikan rizgar bikim ji mirinê. Çawa min bi her du destan xwe zer kire newqa wê, canê jinikê yê ji mûmê bi destên min ve zeliqî û bi tilîkên min ve dilop dilop herikî ser axê... Ji tilîkên min yên zirav hingiv dipale... Xwedêyo qey ev ax ev xak ji hingiv têr nabe?   Ji bo hemû berhemên Weşanên Avesta vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Fatma Savci vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.

Related Products

View All