Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Rojnamegerî û Kovargerîya Kurd (1898 -1932)-Seîd Veroj Çapemenî û medya, berhem û wesîleyên bingehîn ên dema modern, yan jî dema netewe-dewletê ne. Medya kurd jî, bi pêşketina fikra neteweyî ya…

  • Stok kodu:
  • DARA-049
  • ISBN:
  • 9786050661286
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 200
  • Yıl:
  • 2021
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€15.39

Rojnamegerî û Kovargerîya Kurd (1898 -1932)-Seîd Veroj

Çapemenî û medya, berhem û wesîleyên bingehîn ên dema modern, yan jî dema netewe-dewletê ne. Medya kurd jî, bi pêşketina fikra neteweyî ya kurdan re dest pê kirîye. Dema ku em behsa medya dikin, qesta me tenê rojname û kovarên wê demê ye; çimkî di wê serdemê de radyo û televîzyonên kurdan hê tune bûn. Destpêka medya kurd, bi salên dawî yên dema Împeratorîya Osmanî re têkildar e. Dewra piştî împeratorîyê, yan jî dewra netewe-dewletê, berdewamîya vê pêvajoyê ye. Rojnamegerîya kurd, ne di nav welatê de, lê li dervayê Kurdistanê, ji dûrê civak û coxrafyaya xwe dest bi weşanê kirîye. Ji ber vê yekê, destpêka rojnamegerîya kurd, bi awayekî bingehîn rojnamegerîya sirgûnê û dervayê welatê ye. Di vê çarçoveyê de, rojnameya Kurdistanê (1898), ku wek yekemîn rojnameya kurd tê qebûlkirin, ne li bajarên Kurdistanê, lê li Qahîreya Misrê dest bi weşanê kirîye. Ji çapkirina Kurdistanê (1898) heta destpêka weşana Hawarê (1932), pirraniya rojname û kovarên kurdan, bi awayekî rasterast bi cemîyet û rêxistinên kulturî û siyasî yên kurdan re girêdayî bûne û bi wan re hatine belavkirin. Gava em 35 salên destpêkê yên medya û rojnamegerîya kurd binirxînin, diyar dibe ku medya, di hişyarkirina civakî, pêşxistina fikra neteweyî û ava kirina nasnameya kurdî de rolekî gelek girîng lîstiye. Herweha, xebatên kulturî, û bi taybetî ziman û edebiyata modern a kurd, bi pêşketina faaliyetên medyayê, berhemên nû çêkirine û bi demê re gihiştine kutleyekî hîn mezin û berfireh.   Ji bo hemû berhemên Dara Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Seîd Veroj vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.