Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

“Rondikên Veşartî ji nava dilê evîndareke ji welatê xwe dûr herikiye û bi du zaravên Kurdî derketiye pêşberê helbesthezan. Hêvî, evîn, derd, azar, êş û elem û kulên xerîbiyê tev…

  • Stok kodu:
  • JJ-105
  • ISBN:
  • 9786257559539
  • Kullanılabilirlik:
  • 10 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 88
  • Yıl:
  • 2022
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€8.02
“Rondikên Veşartî ji nava dilê evîndareke ji welatê xwe dûr herikiye û bi du zaravên Kurdî derketiye pêşberê helbesthezan. Hêvî, evîn, derd, azar, êş û elem û kulên xerîbiyê tev bi hev ra li ser rûpelên spî hatine reşandin.

Em ji rêz û bendên Gulistan Kanîreşê hîn dibin ku derdê xerîbiyê û kula penaberiyê gelek zor e. Lê evîndariya welat hêz û viyaneke xurt dide da ku mirov li her derên dinyayê bikaribe li ber xwe bide.

Helbestên Gulistan Kanîreşê ji nava dilê Kurdeke bi hesreta azadiyê diwerive û bi van hest û ramanan geh em xemgîn dibin, geh dilzîz dibin, geh dilxweş dibin û geh jî rûken dibin...”

(Zazakî) Vêrî ahenga wexton de çiman xo biriqnena Vîrardenî zêy lasêr çim sûre monî qirş û galon de pel danî

Ez zona nomê mergî mi to yî Yon zî qet neamayîşî to bi xo yo Vengê to goşon mi de zinginyeno zêy şarabê ko kowne zerriya xo ya melûl sere veradona

(Kurmancî) Bê hêvî dimînim di qeraxa şevan de dibim sitêrikek ji mirinê û bi xwe nahesim

Ji dûriya te di boxçika xêyalan de niyazan heltînim mamostayê vejîna dil Lêvên elemdar ji ber têhna şerbeta lêvên te qelişîne

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.