Şerefname (Dîroka Kurdistanê) - Şerefxanê Bedlîsî Şerefxanê Bedlîsî, Şerefname’yê wek du cildan nivîsandiye. Ev kitêb, cilda yekemîn e, mijar dîroka Kurdistanê, mirên Kurd, fermanreweyan û rewşa herêmê ye û di…
- Stok kodu:
- SPAZAD-10
- ISBN:
- 9786056404184
- Kullanılabilirlik:
- 2 stokta var
- Yayınevi:
- Azad Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 640
- Yıl:
- 2014
30 Days
We're here to help
Total | €44.50 |
Şerefname (Dîroka Kurdistanê) - Şerefxanê Bedlîsî
Şerefxanê Bedlîsî, Şerefname’yê wek du cildan nivîsandiye. Ev kitêb, cilda yekemîn e, mijar dîroka Kurdistanê, mirên Kurd, fermanreweyan û rewşa herêmê ye û di 13ê Tebaxa sala 1597ê qedandiye. Nusxeya destxeta orîjînal a Şerefxan bi xwe bi Farisî ye, 246 rûpel e û niha di Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê de hatiye parastin. Bi bîst tabloyên dîrokî û hunerî yê ku wî bixwe çêkirine hatiye xemilandin û her yek ji wan tabloyan bûyerek dîrokî, edebî û çandî îzah dike.
Cilda yekemîn ya “Dîroka Kurdistan / Şerefname” ji pêşgotinekê, çar sefheya sereke û di dawî de jî beşek ku Şerefxanê Bedlîsî behsa jiyana xwe kiriye pêk tê. Kitêb bi awayekî berfireh behsa mîrên Kurd, têkiliyên wan, orf û adetên kurdî, rêxistin û rewşên herêmî, saziyên kevneşop, cihên dîrokî yê Kurdistanê dike.
Di destpêkê de di derheqê eslê Kurdan û rewşa jiyana wan de agahiyên girîng hene. Di her sefheyekê de beş û şaxê beşan hene. Bi hevokên Mîr Şerefxan bixwe:
-
Sefheya yekemîn di derheqê fermanrewayên Kurdistanê ye, ku alaya serxwebûn, mirî û saltanatê bilind kirine û dîroknivîsan ew di rêza sultanan de hesibandine.
-
Sefheya duyemîn di derheqê serpêhatiyên fermanrewayên mezin ên Kurdistanê ye, ku her çend ne gihîştine serxwebûna temamî û bi xwe jî xwe hukumdar nehesibandine, lê bi azadî û serbestî gihîştine qada bilind ku hinek ji wan heta li ser navê xwe sikke lêdan û xutbeyên navendî li mizgeftan bixwînin.
-
Sefheya siseyê di derheqê hinek mîr û fermanrewayên din ên Kurdistanê ye.
-
Sefheya çaremîn di derheqê serpêhatiyên fermanrewa û begên Bedlîsê ye, yên ku dibin bav û bapîrên Şerefxanê Bedlîsî.
Ev eserê dîrokî, çandî û edebî ji bo lêkolîna Kurdistanê, nasîna mir û begên Kurd, ziman, huner û dîroka kurdî girîngîya gelek mezin heye.
Ji bo hemû berhemên Weşanên Azad vir bitikînin
- Yayınevi:Azad Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:640
- Yıl:2014
- ISBN:9786056404184
- Kategoriler:Navdar, Lêkolîn
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









