Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Seta Hînbûna Alfabeya Kurdî (4-7 Salî) Ji bo zarokan rêya herî biheng a fêrbûna zimanê Kurdî! Seta Hînbûna Alfabeya Kurdî ji bo zarokên 4-7 salî hatiye sêwirandin da ku…

  • Stok kodu:
  • zarokids01
  • Kullanılabilirlik:
  • 9 stokta var
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€32.50

Seta Hînbûna Alfabeya Kurdî (4-7 Salî)

Ji bo zarokan rêya herî biheng a fêrbûna zimanê Kurdî!   Seta Hînbûna Alfabeya Kurdî ji bo zarokên 4-7 salî hatiye sêwirandin da ku zarok bi kêfxweşî û bi bandor zimanê Kurdî fêr bibin. Ev seta ku ji aliyê ‘ZARO’ ve hatiye çêkirin, alîkariyê dide ku zarokan da ku hem di warê zêhnî, hem jî di warê fizîkî de zarok pêş bikevin û di temenê xwe yê biçûk de tîpên Kurdî nas bikin û ferhenga xwe peyvan fireh bikin. Bi çalakiyên wekî nivîsandin, xêzkirin, boyaxkirin û hevcotkirinê zarok mîna lîstikê dilîzin fêr dibin û di rêziman de jêhatîtir dibin.   Seta Hînbûna Alfabeya Kurdî,  fêrbûna alfabeyê bi zarokan hêsantir dike û di heman demêde “jêhatîbûn, destkarî, baldarî û lêhûrbûna zarokan û her wisa jî şîyana bersivandinapirsgirêkan bi pêş dixe. Bi naverokeke înteraktîf, têr û tijî û rengîn ev set baldariya zarokan ji bo fêrbûna ziman zêdedike û têkiliya wan bi zimanê dayikê re xurt dike.   Feydeyên Setê   Seta Hînbûna Alfabeya Kurdî amûreke perwerdehiyê ya piralî ye ku piştgiriya zarokan dike da ku zarok di warê hînbûna ziman de zû bi pêş bikevin.   Avantajên sereke yên vê setê:   Nasîn û nivîsîna tîpên Kurdî : Zarok her tîpekê nas dikin û bi pratîkî nivîsîna wê hîn dibin.  
  • Pêşveçûna bîra dîtbarî: Kartên peyvên wêneyî têkiliya di navbera tîp û peyvande baştir tîne bîra zarokan.
  • Pêşketina destkarî û zêhnî: Pêkanîna çalakiyên mîna bikaranîna pênûsê, boyaxkirin û xêzkirinê bi pêş dixe û masûlkeyên destan xurt dike.
  Baldarî û lêhûrbûn: Çalakiyên biheng dema baldariya zarokan zêde dikin.   Zanîna peyvên bingehîn: Ev set bi giştî 80 peyvên Kurdî fêrî zarokan dike û gecîneya wan ya peyvan fireh dike.   Haydarbûna zimanî: Zarok di temenê xwe yê biçûk de li beranberî zimanê Kurdî agahdar dibin û bi xwe bawerdibin.   Fêrbûna biheng: Sêwirînên rengîn û çalakiyên hevbandorî fêrbûnê xweş dike   Ev set ji bo kê ye?   Seta Hînbûna Alfabeya Kurdî - Malbat: Ji bo dê û bavên ku dixwazin li malê zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin, bêkêmasîye. - Mamoste: Mamosteyên zarokên pêşdibistanê dikarin vê setê di fêrgehê de ji bo hînkirinaziman bikar bînin. - Zarok: Ji bo zarokên 4-7 salî yên ku dest bi fêrbûna Kurdî dikin ev det bi kêr tê. - Perwerdehiya pirzimanî: Ji bo malbatên ku dixwazin di temenê biçûk de ji yekê zêdetirzimanên fêrî zarokên xwe bikin, amûreke hêja ye.   Sêwirana Bi Ewle û Dosta Hawirdorê   Ji bo zarokên 4-7 salî guncaw e. Hîşyarî! Ji bo zarokên ji 3 salî biçûktir ne guncaw e. Ji ber ku perçeyên biçûk dihewîne, li hember rîska daqurtandinê divê dê û bav û mamoste baldar bin.   Materyal: Tîp û tablo ji biyomateryalê PLA bi ewle û dostê jîngehê hatine çêkirin, ne plastîk in.   Çima “Hînbûna Alfabeya Kurdî" ? Seta Fêrbûna Alfabeya Kurdî rêwîtiya zarokan ya fêrbûna Kurdî biheng û bi bandor dike. Ev seta perwedehîyê ku ZARO bi baldarî sêwirandîye, hem şîyana zarokan ya fêrbûna ziman bipêş dixe û di heman demê de jî pêvajoya fêrbûnê biheng dike. Ev set bi naveroka xwe ya rengîn înteraktîf û ji bo pêşketinê alîkar e. Hem zarok pê aş dibin hem jî hîn dibin. Ji bo hûn bala zarokên xwe bêtir bikêşin ser Kurdî û di temenê biçûk de wan fêrî Kurdî bikin ‘Seta Hînbûna Zimanê Kurdî’ tercîh bikin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.