Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Şewçira-Refîq Sabir Refîq Sabir, helbestvan û şoreşgerekekî Başûrê Kurdistanê ye. Ew bi tîpên Erebî û Kurmancîya Jêrî (Soranî) dinivîse. Di destpêka xortanîya xwe de dest bi nivîsînê kiriye. Refîq ne…

  • Stok kodu:
  • LIS443
  • ISBN:
  • 9786057535177
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Soranî
  • Sayfa:
  • 608
  • Yıl:
  • 2019
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€23.56

Şewçira-Refîq Sabir

Refîq Sabir, helbestvan û şoreşgerekekî Başûrê Kurdistanê ye. Ew bi tîpên Erebî û Kurmancîya Jêrî (Soranî) dinivîse. Di destpêka xortanîya xwe de dest bi nivîsînê kiriye. Refîq ne tenê barê giran rakiriye, belkî bi germî û xeyranî, xwe avêtîye qada xebata sîyasî jî. Ew di helbesta nû ya Kurdî de helbestvanekî xwedan taqet û şîyanên bilind e. Bi dirêjîya van çil û pênc salên bûrî, ew cihekî taybet û bi hêz di qada edebiyata kurdî de hebûye. Helbestên wî pir di Kurdistana Başûr belav in û cihê wî di dilê xwendevanan de heye. Wî di çendîn festîvalên edebî de jî helbest xwendiye. Refîq Sabir ne tenê bi helbestên xwe xizmeta gelê Kurd kiriye, belkî di senger û çeperên pêşmergetî de jî xebata xwe berdom kiriye. Ew xwedan bîr û bawerên rêncber û karkeran e. Ji bo wî, Kurd û Kurdistan du armancên here pîroz in. Di dil û evîna xwe de, ew li dijî faşîstên Îraqê, herweha li dijî axa û şêxan û bizava rewşên kevn û feodalî, xebat kiriye. Ji vê rewşê, ew cihê xwe li nav rêzên komunîstan dirust kiriye. Lê ew qet baweriyên neteweyî negirtiye, çimkî ew Kurd e û sistêma li ser miletê dilê wî diguvêşe, birînên wî kûr dike. Ew bi destekî qelemê digire, bi destê din jî tivingê radike. Tevayîya salên xortanîya xwe, Refîq dide xebatê û çendîn salan jî li çîya û şikeftên Kurdistanê dibûrîne. Jiber rewşa aloza Kurdistanê û cudabûna bîr û bawerîyan, nemaze giriftarîyên şerê birakujîyê, ew xaça xwe hildigire û ber bi derveyî welatî diçe. Heta niha jî, jîyana derbederîyê didomîne. Lê Kurdistan û gelê bêxwedî, di dil û mejîyê wî de ne û bimînin.   Ji bo hemû berhemên lîs Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Refîq Sabir vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.